Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya

Partiya Sûriyeya Pêşerojê şêniyên navçeya Tirbespiyê re civiya û armanca partiyê da nasîn.

Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
Partiya Sûriyeya Pêşerojê bi şêniyên Tirbespiyê re civiya
16 tîrmeh, 2018   18:43

QAMIŞLO

Civîn bi amadebûna bi dehan welatiyan hate lidarxistin û bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir.

Paşê jî Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Miwefeq El-Ehmede encamnameya Kongreya Damezrîner a Partiya, rêgez û armancên partiyê xwend.

El-Ehmed anî ziman ku armanca partiya veguhestina tecrûbeya demokratîk li hemû herêmên Sûriyê ye û got, "Sûriyê ya hemû gelên wê ye. Partiya Sûriyeya Pêşerojê dibîne ku divê çareseriya aloziyê siyasî û aştiyane be, her wiha hewl dide ku Sûriyê bibe dewleteke federal, ne navendî, demokratîk û pirreng ku mafên hemû gelên Sûriyê misoger bike."

Miwefeq, destnîşan kir ku porjeyên çareseriyê yên opozisyonê nîne, opozisyon bûye amûreke di destê hêzên deve ye, şerê di navbera wê û rêjîmê de tenê li ser desthilatdariyê ye.

Endama Meclîsa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê û Endama Buroya Rêxistinî ya partiyê Esmehan Îbrahîm nêrîna partiyê ya li ser jin destnîşan kir û got, "Armanca partiyê ew e ku mafê jin di destura Sûriyeya pêşerojê de were misogerkirin û hişmendiya zilamê serdest were tunekirin."

Endamê Buroya Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê ya herêma Cizîrê Ela El-Ubeyd jî anî ziman ku partiyê girîngiyê dide ciwanan û ji bo rêxistinkirin û piştgiriya wan kar dike.

Di dawiya civînê de, bersiva pirsên beşdaran hate dayîn. Ji pirsên ku hatin kirin, gelo di navbera partiyê û rêjîmê de hevdîtinên hatin kirin an ne. Miwefeq El-Ehmed wiha bersivand, "Heya niha tu hevdîtin pêk nehatiye, lê em bi çareseriya siyasî bawer in û ji bo rawestandina rijandina xwînê em amade ne bi her aliyan re diyalogan bikin."

(bb)

ANHA