Hevdîtina Trûmp û Pûtîn 2 saetan dom kir

Hevdîtina Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp a  li paytexta Fînlandiyayê li Helsînkiyê 2 saet û 10 deqe dom kir.

Hevdîtina Trûmp û Pûtîn 2 saetan dom kir
16 tîrmeh, 2018   16:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hevdîtinê Donald Trûmp ji endamên çapemeniyê re axivî û bi gotina ‘destpêkeke baş bû’ diyar kir ku hevdîtin erênî derbas bûye.

Piştî hevdîtinê heyetên herdu welatan derbasî xwarina şevê bûn û tê payîn ku Pûtîn û Trûmp piştî xwarinê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.

Hevdîtina herdu lîderan li ser bûyerên demên dawî yên li Sûriyeyê, Ûkranya û lihevnekirina herêmên din yên bi krîz û ji ber ‘şerê bazirganiyê’ yê Trûmp ku li dijî gelek welatên cîhanê dayî destpêkirin, girîng tê dîtin.