Pûtîn û Trûmp daxuyanî dan

Di navbera serokê dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û Serokê DYA’yê Donald Trûmp de li Helsînkiyê civînek hat lidarxistin. Pûtîn têkildarî civînê got: “Gelekî baş derbas bû.”

Pûtîn û Trûmp daxuyanî dan
16 tîrmeh, 2018   17:25

NAVENDA NÛÇEYAN

Li Helsînkiyê ya ku paytexta Fînlandiyayê ye di navbera herdu lîderan de hevdîtinek pêk hat. Pûtîn di civîna hevpar de diyar kir ku ew li ser têkiliyên bi hev re û li ser meseleyên rojeva navneteweyî sekinîne û got:“Serê Sar ji zû ve ye, bi dawî bû. Rewşa cîhanê gelekî guherî. Ji bo dijwariyên têkiliyan sedemên objektîk xuya nake.”

Pûtîn got ku, “Ez û rêzdar Trûmp em hatin ser qenaetê ku, bila bazirganên sereke yên Rûs û Amerîkan werin ba hev.”

Pûtîn diyar kir ku wan geşedanên li Sûriyeyê jî nîqaş kirine û ji bo ku rewşa li Girên Colanê li gorî peymana di sala 1974’an a di navbera Îsraîl û Sûriyeyê were kirin, bang kir.

Pûtîn diyar kir ku Rûsya û DYA li Sûriyeyê dikarin lîdertiya çareseriya li Sûriyeyê werbigirin û got, “Ji bo sazkirina aştî û lihevkirina li Sûriyeyê, di navbera herdu welatan de mînakên xebatên serkeftî yên hevpar dikarin werin kirin.”

Piştî Pûtîn Serokê DYA’yê Donald Trûmp jî got ku, “Li ser meseleyên ku me li hev nedikir, em axivîn. Diyaloga me baş derbas bû.”

Trûmp diyar kir ku têkiliyên Rûsya û DYA’yê gelekî xerab bûn lê bi civînê re ev tişt guherî.

Trûmp diyar kir ku vê civîna li Helsînkiyê ji bo diyaloga bi Rûsyayê re tenê destpêk bû û xwest di demên pêş de civînên bi Pûtîn re zêde bibe.