Ji bo pêşxistina ciwan û werzîşê turnoveya futbolê

Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi beşdarbûna 16 tîmên herêmî turnoveya futbolê  bi navê "Şehîd Ebdulrehman El-Casim" organîze kir.

Ji bo pêşxistina ciwan û werzîşê turnoveya futbolê
16 tîrmeh, 2018   16:39

REQA

Bi armanca pêşxistina werzîşê û destekdayîna ji ciwanên werzîşvan re, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê bi tevlîbûna 16 tîmên herêmî turnoveya futbolê bi navê 'Şehîd Ebdulrehman El-Casim' orgenîze kir.

Maç dê li stada gundê Til Semin werin lîstin.

Maça yekem a turnoveyê bi lîstekekê di navbera tîmên Hizîma û Eyn Îsayî de pêk hat. Gelek hezkiriyên her du tîman amade bûn.

Tîma Eyn Îsa bi 3 nuqteyan li beramberî 2 nuqteyan ji bo tîma Hizêma biser ket.

Turnuve dê mehekê berdewam bike.

(şx)

ANHA