Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye

Şardariya Gel a Çilaxa ji destpêka vê salê ve gelek projeyên girêdayî sererastkirina xetên kenalîzasyonê, rê û bedewkirina bajar, her wiha vekirina parkan pêk aniye. Şaredariyê her wiha pîlansaziya dema pêş jî pêk aniye.

Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
Şaredariya Çilaxa ji destpêka  salê ve çi pêk aniye
16 tîrmeh, 2018   12:08

KELSÛMA ELÎ – LÎNA CAKÎR / QAMIŞLO

Şaredariya Gel a navçeya Çilaxa ya Dêrika kantona Qamişlo xebatên xwe yên xizmtguzariyê bê navber didomîne. Şardariyê di nava 6 mehên dawî de, ango ji destpêka salê ve gelek proje pêk anî. Ji wan pirojeyan vekirina parka Amara û çaksazkirina xetên kenazlîsyonê û hwd.

Kenalîzasyon

Ji pirsgirêkên ku li navçeyê derketine, xetimanandina boriyên kenalîzasyonê ye. Li hin taxan jî toryên kenalîzasyonê tune ne.

Werşeyên fenî yên şardariyê bi hevkariya komînên taxê xetên kenalîzasyonên yên ku zirar dîtne çaksaz kir û li hin taxan jî xetên nû danîn.

Li gorî endamên şaredariyê; 2 hezar û 600 mîtir bi 27 mîlyon lîreyên Sûrî hatin çaksazkirin.

Park

Di salên dawî de, park li navçeyê tune bûn, şênî neçar diman ku ji  bo bihn vedanê biçin deverên din. Li ser vê yekê şaredariyê avakirina parkan xistibû pilansaziya xwe ya 2018'an. Di vê çarçoveyê de prka "Amara" ya navenda navçeyê bi hevkariya şêniyan hate vekirin, vekirin piştî ku hate paqijkirin, dar lê hatin çandin û av û elketrîk hate gihandin, her wiha lîstokên zarokan hatin danîn pêk hat.

Li aliyekî din jî girêdayî xweşikkirina bajrê, rê têne paqijkirin û dukan û dîwar têne boyaxkirin. Her wiha çerxerê di nav de ya Şehîd Masûm ya navenda navçeyê hate xemilandin û cezweyeke qehwê di nêvî de hate danîn.

Edamên Komîteya Zimhêrê jî ji bo kontrolkirina madeyan û buhayên wê, rojane li ser dukanan digere.

Pilansazî

Rêvebera Beşa Fenî ya Şaredariya Gel a navçeya Çil Axa Xunav Şemo pilansaziya şardariyê diyar kir. Li gorî pilansaziyê, riyên navçeyê dê werin qîrkirin, parka "Jin", sûka zebze û geracek dê were vekirin.

(bb)

ANHA