MSD: Çareserî pergaleke nenavendî ye

Hevserokatiya MSD'ê di kongreya xwe ya sêyemîn de nêrîna xwe ya siyasî aşkera kir û pêşniyar kir ku aloziya Sûriyeyê bi sîstema nenavendî ya demokratîk, parastina xaka Sûriyeyê, parastina ewlekarî û aramiya herêmê were bidawîkirin.

MSD: Çareserî pergaleke nenavendî ye
16 tîrmeh, 2018   12:06

TEBQA

Sêyemîn Kongreya MSD'ê bi dirûşma "Ber bi çareserkirina siyasî û avakirina Sûriyeya nenavendî ya demokratîk ve" bi beşdarbûna 270 delegeyan, mêvanên ji tevahiya Sûriyeyê, her wiha şandeyên ji Ewropa û Misrê dest pê kir. Piştî axaftina hevserokatiyê hate kirin, nêrîna siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê û çareserkirina aloziya Sûriyeyê û rêbaza çareseriyê hatin destnîşankirin.

Bendên nêrînê yên hatin weşandin wiha ne:

-Erêkirina projeya demokratîk a laîk wek projeya fikrî û siyasî ya pêşeroja Sûriyeyê, her wiha rêbaza çareserkirina pirsgirêka tayîfî ku di welat de pêk hatiye. Bi rêbaza  demokratîk û laîk dê hemû kêşe û belayên li serê welat, bi dawî bibin.

Demokrasî rêya çareserkirina kêşeyên neteweyî û mezhebî ye. Ev li welatê me ku bi pirrengiya xwe tê naskirin, heye. Hin dinêrin ku ev dewlemendî û pirrengî dibe sedema nîjadperestiyê. Lê ji ber nîjadperestiya veşartî di dilê perwerdeya nîjadperest pêk hatiye, lewma pêwîstî bi xebatên ji nû ve avakirina bi awayekî saxlem li gorî rêbazên şaristaniya demokratîk û ezmûnên demokratîk ku tenê li ser yek sindoqa demokratiyê pêk nayê. Lê belê ev li ser esasê pirrengî û cudahiya wê, her wiha qebûlkirina aliyên din û wekheviyê pêk tê. Her wiha li ser esasê cudakirina rêveberiyan û desthilatdariya qanûnan pêk tê.

Bi vê yekê em dikarin gavên destpêkê ber bi rêya aştiya civakî û hevkariya niştimanî ve biçin.

-Tekezî li ser wê yekê were kirin ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê li gorî rêbaza siyasî ku xwe wekî tekane rêya siyasî ku dikare guhertinan pêk bîne, dibe. Li gorî wê rê ji hemû pêkhateyan re were dayîn ku rola xwe di Sûriyeya pêşerojê de li ser esasê demokratîk pêk bînin. Ev ji bo avakirina civaka demokratîk a pirreng û saziyên dewleta destûrî ya nenavendî. Di heman demê de jî ji bo rawestandina rijandina xwîna gelê Sûriyeyê û bidawîkirina belavbûna heyî ku di Sûriyeyê de pêk hatiye.

Bi vê yekê jî li dijî tundiyê tekoşîn were kirin û koka wê ji holê were rakirin. Piştî ku hêzên QSD'ê terorista ku DAIŞ nûnertiya wê dike, li herêmê têk bir.

-Tekezî li ser Sûriya ne navendî were kirin, ev ji bo pêkanîna rêgezên demokrasiyê û layîk ku divê destûrek demorkatîk a li ser esasê lihevkirinê pêk were. Destûra ku sîstema ne navendî ya pêşeroja Sûriyeyê armanc dike, li ser vî esasî em nêzîkatiyên aliyan û dûrbûna wan a ji aliyên siyasî bipîvin. Ji helwestên danûstendinan û nerînên pêşerojê, di belgeya me ya siyasî de me bi israr tekez kir ku Sûriya yekbûyî ya ne navendî pêşniyar kir. Ev neyê wateya ku navend bi temamî were tunekirin. Lê belê navend wê bibe alava kordîne û yekîtiya di navbera hemû herêmên ku giştî welat ava dikin. Di heman demê de erkên sereke ku dikevin ser teybetmeniya gitştî û siyasî ya hevbeş û ev rêbaza çareseriyê yekîtiya xaka Sûriyeyê diparêze.

Lê belê ew dibe pîvanên hêza ku dikare aloziya Sûriya yê heyî derbas bike.

-Tekezî li ser vexwendina ji bo Kongreya niştimanî ya Sûriyeyê ya giştî were kirin, ev divê di hindirê Sûriyeyê de ji hêzên demokratîk û niştmanî re were lidarxistin. Ev kongir bibe bingeha hevbeş a ji bo rawestandina beranberî pîvanên herêmî û navdewletî. Bê guman divê danûstendina Sûrî-Sûriyeyê ji bo avakirina Sûriyaya azad a demokratîk pêk were. Li ser esasê rêzgirtina pirrengiya li Sûriyeyê û wekheviya di navbera herdû zayndendan û rêzgirtina pirrengiya civakî pêk were. Her wiha hesabkirina azadiya jinan bingeha hemû azaiyan e, tekezî li ser wê were kirin ku gelê dewleta Sûriyeyê civakek yekbûyî ye û nûnertiya şaristanî û çanda li herêmê dike. Ev li gorî jiyana hevbeş û berjewendiyên giştî, her wiha girêdanên qanûnî ji bo nîşandana gelê Sûriyeyê re pêk were.

-Tekezî li ser rêgezên MSD'ê û bingeha wê ya sereke ku wekî pireojeya siyasî ya niştmanî ya demokratîk a hemû Sûriyeyê ye, were kirin. Ev proje ji bo hemû pêkhateyan û komên siyasî ji bo parastina berpirsiyariyên xwe û rizgarkirina niştiman li ser esasî demokratiyê û jiyana hevbeş pêk were. Di heman demê de rizgarkirina Sûriyeyê ji êşên heyî û pêkanîna hêviyên gel ên ber bi guhertina demokratîk pêk werin.

Ew dibe sîwana siyasî ya hêzên QSD'ê, hêzên ku gelek fedekarî li dijî hêzên tundrew û teroirstan pêk anî, ew hêz dê bimîne wekî saziyeke Sûriyeyê û wê bibe beşek ji Artêşa Sûriyaya nû ku dê xaka wê û ewlekariya wê biparêze. Ew hêz dê herêmên rizgarkirî biparêze  û destkeftiyên gelê Bakurê Sûriyeyê û rojhilatê wê biparêze. MSD'ê jî nûnertina nerînên siyasî yên rêveberiyên xwexweiya demorkatîk û meclîsên sivîl ên bajaran ên nerîna demokrasiyê diparêzin, pêk tê. Dê ji bo projeya avakirina rêveberiya xweseriya Demokratîk a yekbûyî ya rojhilat û bakurê Sûriyeyê ava bike kar bike, ev piştî hevkarî û rêxistinkirina têkiliyan di riyakomîteyên amadekar ku meclîsa Sûriyeyê a Demokratîk amadekariya wê dike, pêk tê.

-Tekezî li ser tiştên sabît were kirin. Azadiya jinan bingeh e û mîsogeriya azadiya hemû aliyan e. Ev jî li ser me ferz dike ku mafên jinan û zilaman wekî hev esas bigirin. Wekheviya nûnertiya jin û zilaman di hemû qadan de esas were girtin, her wiha destnîşankirina siyaseta aborî ku civakê û xwezayê biparêze û rê li bidestgirtina hin aliyan were girtin. Bidawîkirina bêkariyê û mafê hemû pêkhateyan ê bikaranîna ziman û çanda xwe ya di hemû aliyên jiyanê de li ser esasê mafê mirovan ên sereke werin parastin. Mîsogeriya zimanê dayikê ji hemû aliyan re. Ciwanan wekî hêza sereke ya di nava civakê de esas werin girtin û nûnertiya wan a rastîn were parastin. Ji ber ciwan bingeha guhertina demokratîk in û mîsogeriya mafê hemû aliyan in. Di heman demê de divê mafê astengdaran û bi taybet ên bûne qurbaniyên şer were parastin bi taybet qurbaniyên herêmên şer ên hatine wêrankirin. Şervanên kevn wekî nirxên manewî yên şoreşê werin hesabkirin, divê mîsogeriya mafên wan û pêkanîna jiyana birûmet ji wan re were destnîşankirin. Parastina mafên zarokan li ser esasê qanûnên navdewletî û pêkanîna projeyan ji bo parastina wan ji tundiya bi salan û bandora koçberiyê û tevgerên leşkerî pêk were. Şehîd wekî nirxên manewî yên şoreşê û civakê werin hesabkirin, her wiha vejandina bîranînên wan di nava civakê û dîrokê de, ji ber parastina nirxên wan tê wateya parastina şoreşê, her wiha xwedîderketina li malbatên wan û xwedîderketina li wan, tê wateya nirxên mirovî.

Ji bo Sûriyeyê hemû pêkhateyan xwe yên neteweyî û mezhebî bigire divê MSD bi hemû hêza xwe ya siyasî, leşkerî, sivîl û kesayetên niştimanî pêk bîne, hesabkirina berxwedana siyasî li gorî planan pêk were. Ev bi armanca pêkanîna sîstema nenavendî ya demokratîk li ser esasê demokratîk pêk were.

Ji bo pêkanîna wan MSD destê xwe dirêjî hemû hêzên niştimanî yên Sûriyeyê dike û dibîne ku ev hemû hêz û yekitiya wan a demokratîk divê bi armanca pêkanîna demokratîk û derxistina Sûriyeyê ji rewşa parçebûnê pêk were. Ev erka exlaqî, niştimanî ya Sûriyeyê ku yekitiya Sûriyeyê û serokatiya wê diparêze, pêk bîne.

ANHA