Meşa Vegerê: Zarokê Filistînî hate kuştin û 220 kes birîndar bû

Di xebatên "Meşa Vegerê" ya li Filistînê ku di 30'ê Adara derbasbûyî de destpê kir û di roja xwe ya 100'yî de dewam dike kesekî din jiyana xwe ji dest da û 220 kes birîndar bûn.

Meşa Vegerê: Zarokê Filistînî hate kuştin û 220 kes birîndar bû
13 tîrmeh, 2018   18:58

XEZA

Nûçegîhanê ajansa me (ANHA) li Filistînê diyar kir ku zarokê bi navê Osman Hels (15) di encana beşdarbûna wî ya di çalakiyên "Meşa Vegerê" de jiya axwe ji dest da, bi vê yekê hejmara qurbaniyên meşa vegerê derket 138 kesan. Nûçegîhanê me da zanîn ku di çalakiyên îro de 220 kes birîndar bûn û got ku ji wan 57 kes bi guleyên di serî de birîndar bûne.

Bi vê yekê hejmara welatiyên di çalakiyên "Meşa Vegerê" de birîndar bûne gihişt 16 hezarî.

ANHA