Çeteyên Artêşa Tirk li Efrînê hezar darên din şewitandin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li kantona Efrînê bê navber didomîn in. Welatiyan direvînin, mal û milkên wan talan dikin, her wiha zeviyên welatiyan û darên zeytûnan jî dişewitîn in. Çeteyan îro li gundê Xazyana ya navçeya Mabata zêdeyî hezar daran şewitandin.

Çeteyên Artêşa Tirk li Efrînê hezar darên din şewitandin
13 tîrmeh, 2018   15:24

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Xozyana ya navçeya Mabata ya Efrînê ji ajansa me (ANHA) re ragîhand ku Artêşa Tirk û çeteyên wê îro agir bi zeviyên gund ên li pişt kargeha givaştinê ya gundê Xazyana jêrîn a li rojhilat-bakurê gund xistin.

Heman çavkanî da tekez kir ku di encama agir de derdora hezar darên zeytûnan ên gundiyan hatin şewitandin û gotin ku agir hîn jî fireh dibe û ber bi geliya navçeya Şiyê ve diçe. Metirsîn heye ku ji ber agir bi hezaran dar werin şewitandin. Hate gotin ku çete rê nadin welatî agir vemrîn in.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê beriya çend rojan li geliya Tîra ya navçeya Raco derdora 2 hiktar ên ku zêdeyî 3 hezar darên zeytûnan, hinar, tirî û herwekî din têde bûn, şewitandin.

ANHA