Çeteyên Tirkiyê 4 welatî ji gundê Basûtê revandin

Çeteyên El-Hemzar a girêdayî Artêşa Tirk a dagirker 4 welatiyên ji gundê Basûrî ya navçeya Şêrawa rvandin û ew birin cihekî ne diyar.

Çeteyên Tirkiyê 4 welatî ji gundê Basûtê revandin
13 tîrmeh, 2018   20:01

EFRÎN

Çavkaniyekî ji Efrînê diyar kir ku çeteyên bi navê Firqet El-Hemzat îr êrîşî gundê Basûrî ya Efrînê kirin û 4 welatî bi îdaya ku çek li gel wan hene, revandin. Çeteyan li ser welatiyan tu çek ne dîtin, lê çeteyan welatî revandin û ew birin cihekî ne diyar.

Heman çavkakî da zanîn ku navê welatiyên hatine revandin ev in: Hisên Cuma Kirêş (45), Mecîd Ebdo (50), Xeyrî Welîd Umer (27) û Şadî Betal Qedrî (40) in

Di sê rojên derbasbûyhî de Artêşa Tirk û çeteyên wê zêdeyî 24 welatiyên Efrînê revandin, her wiha 2 welatî bi êşkenceyê qetil kirin. Artêşa Tirk û çeteyên wê her wiha bi hezaran darên Efrînê şewitandin.

ANHA