Li Deraayê bêdengî serwere

Piştî Hêzên Rêjîmê û Hêzên Ewlekariya Leşkerî yên Rûsiya ala Rêjîmê li bajarê Deraa rakirin, ji duh ve li bajar bê dengî heye. Di heman demê de şerê di navbera çeteyên Hewd El-Yemûk û çeteyên Ceyş Xalid Bin El-Welîd a girêdayî DAIŞ'ê jî rawestiya ye.

Li Deraayê bêdengî serwere
13 tîrmeh, 2018   14:06

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî hêzên rêjîmê û Polîsên Leşkerî yên Rûsiya bajarê Deraa yê başûrê SÛriyê bi dest xistin û ala rêjîmê li bajar hate rakirin. Ji duh ve bê dengî li herêmê serwerbûye.

Navenda Çavdêrgeha Mafê Mirovan a Sûriyê piştî peymanên lihevkirinê di navbera hêzên çekdar û rêjîmê, çekdaran li gelek gundan xwe radestî hêzên rêjîmê kirin.

Li Hewd El-Yermûk jî bêdengiya di navbera komên çekdar û çeteyên Ceyş Xalid Bin El-Welîd ên girêdayî DAIŞ'ê li bajaroka Hêd  hîn jî didome.

Ji 19'ê hizêranê derbasbûyî û vir ve hêzên Rêjîmê bi alîkariya Rusiya êrîşî Deraa kir. Piştî topbaran û  bombebarana dijwar gelek gund neçar man bi rêjîmê re lihev bikin û xwe radestî rêjîmê kirin.

(şx)

ANHA