RMCO xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne

Rêxistina RMCO bi alîkariya welatiyan mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê li taxa El-Sewra ya bajarê Reqayê çandibûn, bê bandor kirin û embareke ku tê de 900 fûze hebûn, dît.

RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
RMCO  xebatên xwe yên bêbandorkirina mayinan didomîne
11 tîrmeh, 2018   11:57

EMAR EL-XELEF / REQA

Rêxistina RMCO  piştî ku agahî ji welatiyên avahiyên Sarîko ya taxa El-Sewra ya bajarê Reqayê der barê mayinên çeteyên DAIŞ'ê de wergirtin, rêxistinê berê xwe da deverê û mayin bê bandor kirin.

Di çalakiyên lêgerînê de rêxistinê embareke girêdayî çeteyên DAIŞ'ê ku tê de 900 fûze hebûn, dît. Endamê rêxistinê Îbrahîm Elî Seydo diyar kir ku wan li ser agahiya welatiyan berê xwe dane deverê û hemû mayinên ku çeteyên DAIŞ'ê di dema dagirkeriya xwe de çandibûn, hatin bêbandorkirin.

Seydo destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ'ê ev mayin bi rêbazekî pisporane çandibûn û vê yekê hişt ku bêbandorkirina van mayinan demeke dirêj bigire.

Seydo di dawiya axaftina xwe de bang li hemû welatiyên Reqayê kir ku der barê tiştên gumanbar de wan agahdar bikin.

(jh)

ANHA