Civîna sekretêrên giştî bi beşdarbûna siyasetmedarê kurd Zengene dest pê kir

Îro li paytexta Misrê Qahîreyê civîna şeşemîn a sekreterên giştî yên parlamentoyên erebî bi beşdarbûna siyasetmedarê kurd û sekretêrê parlamentoya Iraqê Selahedîn Ebdilezîz Zengene dest pê kir.

Civîna sekretêrên giştî bi beşdarbûna siyasetmedarê kurd Zengene dest pê kir
11 tîrmeh, 2018   12:03

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro li paytexta Misrê Qahîreyê li Navenda Yekitiya Ereban civîna şeşemîn a sekreterên giştî yên parlamentoyên welatên ereban bi serokatiya sekretêrê giştî yê parlamentoya Kuwêtê û bi beşdarbûna sekretêrê giştî yê parlamentoyên erebî Fayiz El-Şewabkê dest pê kir.

Di civînê de ku dê îro û sibe dom bike, siyasetmedarê kurd û sekretêrê giştî yê parlamentoya Iraqê Selahedîn Ebdilezîz Zengene beşdar dibe.

Zengene destnîşan kir ku Iraq xwedî pisporiyeke qanûnî û zagonsazî ye û alîkariya civîna parlamentoyên erebî bike da ku pisporî di nava dewletên endam de were parvekirin û pergala zagonsazî li ser asta dewletên endam were pêşxistin.

Zengene diyar kir ku zagona herî kevnar di cîhana mirovahiyê de li Iraqê hatiye vedîtin û qanûna Hemorabî nîşan da.

Di civînê de mijarên rêxistinî yên çalakiyên Yekitiya Ereban û budçeya giştî hate gotûbêjkirin û dê xurtkirina hûnandina zangonsazî nîqaş bikin.