Çeteyên artêşa tirk vê carê jî malên sivîlan dişewitînin

Çeteyên dewleta tirk a dagirker malên welatiyên gundê Sariya yê girêdayî navçeya Mabata û mal û kargehên li navçeya Mabata dişewitînin,. 

Çeteyên artêşa tirk vê carê jî malên sivîlan dişewitînin
Çeteyên artêşa tirk vê carê jî malên sivîlan dişewitînin
Çeteyên artêşa tirk vê carê jî malên sivîlan dişewitînin
11 tîrmeh, 2018   11:43

EFRÎN

Çavkaniyekî ji gundê Sariya, ragihand ku koma çete ya bi navê Tabûra El-Ehfad roja Sêşemê 4 malên welatiyên gund şewitandin. Li gorî gotinên çeteyan beriya derbasbûna rêjîma Sûriyeyê nava Efrînê ew ê hemû malên Efrînê bişewîtinin.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyan ji aliyê rojhilatê gundê navborî ango ji depoya avê dest bi şewitandina malên welatiyan kirine. Kesên ku heta niha malên wan hatine şewitandin ev in: Menan Heskilek (muxtar), Henîf  Zalo û birayê xwe yê bi navê Mihemed Zalo û welatiya bi navê Nebîla Musteşar. Piştî ku çeteyên dewleta tirk a dagirker xaniyan dişewitînin, wan xaniyan wek noqteyên parastinê bi kar tînin.

Çavkaniyekî din ji navçeya Bedînyê ya girêdayî herêma Raco ragihand ku çeteyên bi navê Lîwa El-Muntesir Billah, Lîwayê Mihemed El-Fatih û Ehfad El-Resûl, kargeha betaniyan a El- Ehram a dikeve ser rêya Raco şewitand, navê xwediyê kargehê jî Hisên e û ji navçeya Bedînyê ye. 

(ekîb/kc)

ANHA