Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin

Şêniyên kantona Girê Spî, endamên rêveber û nûnerên saziyên sivîl û leşkerî sersaxî ji malbatên şehîdên Asayîşê Xelîl Subhî El-Kirîman û Hesen Metar xwestin.

Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
Şêniyên Girê Spî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin
10 tîrmeh, 2018   15:04

GIRÊ SPÎ

Konê sersaxiyê yê şehîd Subhî Xelîl li bajarokê Hemam Tirkman û konê din jî li rex mala şehîd Hesen Metar li navçeya Silûkê hatin vedan.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Pişt re endama Kongra Star Fedye Hec Şerîf di bin konê şehîd Subhî de û endamê Komîteya Lihevanînê Ebid Mistefa di bin kona şehîd Hesen Metar axivîn û sersaxî ji malbatên her du şehîdan xwestin.

Di her du axaftinan de rol û fedekariya Hêzên Asayîşê ji bo parastina ewlehiya herêmê hatin bibîrxistin.

Di dawiya axaftinan de bang li yekgirtinê li hemû pêkhateyan û piştgirya hêzên Asayîşê hate kirin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku her du şehîd di encama teqîna mayînekê de şehîd bûn.

(şx)

ANHA