Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 

Di bin tilîlî û sloganên dayikan de, şêniyên herêma Til Hemîsê 3 şervanên xwe yên ku li Reqayê şehîd bûbûn, li Goristana Şehîd Raxib Etiya oxir kirin.

Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
Til Hemîsê 3 şervanên xwe oxir kirin 
10 tîrmeh, 2018   12:45

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê, di nav de jî endamên saziyên sivîl, şervanên QSD`ê û endamên Asayişê, 3 şervanên ku di 8 `ê mehê de li Reqayê di encama mayineke çeteyên DAIŞ`ê de şehîd ketibûn, oxir kirin. Navên şehîdên hatin oxirkirin wiha ye: Ebdulah Silêman El-Ebdullah (Elend), Samir Îbrahîm El-Hesen (Sincar Til Hemîs) û Hisên Mislih (Alan).   

Şêniyan cenazeyên her sê şervanan ji ber meclisa taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo wergirtin û bi sedan erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Raxib El-Etiya ku dikeve rojavayê navçeya Til Hemîsê.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) merasîmeke leşkerî li dar xist.

Di merasîmê de hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Tirbespiyê Ebdulhelîm Hesen axivî û wiha got: "Em sersaxiyê ji malbatên 3 şervanan re dixwazin. Şehîdan bi lehengiya xwe destaneyên efsanewî ji bo parastina gelê xwe danîne." Hesen da zanîn ku lehengiya şehîdan wekî lehengiya neteweyan e, ji ber ku neteweya bêşehîd, bê ziman û dîrok e.

Piştî bidawîbûna axaftinan hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîsê nasnameyên 3 şervanan xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Di dawiya merasîmê de her sê şehîd bi dûrişmeyan hatin veşartin.

ANHA