QSD`ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê nasnameyên 3 şervanên ku 8’ê Tîrmehê de li bajarê Reqayê şehîd bûne, eşkere kir.

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kir
QSD`ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kir
QSD`ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kir
QSD`ê nasnameyên 3 şehîdên xwe eşkere kir
10 tîrmeh, 2018   12:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokkratîk (QSD) nasnameyên 3 şervanên ku di encama teqîna mayineke çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bûne, bi daxuyaniyekê eşkere kir.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: "Şervanên QSD`ê û hêzên Ewlekariya Hundirîn aramî û ewlehiyê li bajarê Reqayê û gundewarên wê peyda dikin. Bi awayekî birêxistinkirî di gera xwe di nava bajar de didomînin û şaneyên razayî yên terorîstan diyar dikin. Tîmên bêbandorkirina mayinan jî mayinan radikin û li derveyî bajar û gundewarên wê bê bandor dikin.

Dema ku şervanên QSD`ê erka xwe ya leşkerî pêk dianî û di nava bajar de digeriyan, mayinek ji bermahiyên çeteyên DAIŞ`ê teqiya û di encama wê de 3 şervan gihaştin asta şehadetê.

Em wek QSD sersaxiyê ji malbatên şehîdên xwe re dixwazin. Em soz didin ku em ê heta tunekirina terorê û alava kuştinê û heta peydakirina aramî û ewlehiyê ji hemû sivîlan re, şopdarên rêya şehîdan bin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameyên şehîdan wiha ne:

***

Nav û paşnav: Tamir El-Hesen

Navê dayikê: Tadî

Navê bav: Îbrahîm

Cih û dîroka şehadetê: Reqa – 8 Tîrmeh 2018

***

Nav û paşnav: Hisên Mislih El-Îsa

Navê dayikê: Şemsa

Navê bav: Mislih

Cih û dîroka şehadetê: Reqa – 8 Tîrmeh 2018

***

Nav û paşnav: Silêman Abdullah

Navê dayikê: Foza

Navê bav: Silêman

Cih û dîroka şehadetê: Reqa – 8 Tîrmeh 2018

(bx/ew)

ANHA