Li Reqayê hemleya dermankirinê

Ji bo rêgirtina li pêşiya nexweşiyan, Şaredariya Gel a Reqayê dest bi dermankirina dermanê mêş û moran li bajarê Reqayê kir.

Li Reqayê hemleya dermankirinê
10 tîrmeh, 2018   10:51

REQA

Ji ber zêdebûna mêş û moran li bajarê Reqayê ji bo parastina gel ji nexweşiyan, Şaredariya Gel a Reqayê dest bi reşandina dermanê mêş û moran kir.

Hemleya dermankirinê îro ji taxa El-Remliya dest pê kir.

Di vê derbarê de yek ji kesên ku derman direşîne da zanîn ku dê li her dera bajar derman bireşînin da ku nexweşî belav nebin. Hemleya dermankirinê dê heta dermankirina tevahiya bajar dewam bike.

(ekîb)

ANHA