Ji ber barana zêde 150 kesan jiyana xwe ji dest da

Li gorî çavkaniyên fermî di demên dawîn de ji ber barîna zêde ya baranê li rojavayê Japonyayê 150 kesan jiyana xwe ji dest daye. 

Ji ber barana zêde 150 kesan jiyana xwe ji dest da
10 tîrmeh, 2018   10:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Di van demên dawîn de hejmara kesên ku di encama barîna zêde ya baranê de li rojavayê Japonyayê nêzî 150 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku ev nêzî 30 sal e di vê astê de baran li vir nebariye.

Ji Înê heta Yekşemê barana zêde hişt ku lehî çêbin û ziyanên mezin pêk bên. Barana zêde hişt ku gelek kes di malên xwe de bimînin û nikaribin derkevin tevî ku aliyên berpirsyar di demên beriya karesatê de hişyarî dabûn.

Berdevkê hikumetê Yoşîhîdî Suga da zanîn ku hejmara qurbaniyan zêde bûye û hejmara windahiyan jî zêdetir e. Tevî ku dezgehên çapemeniyê diyar kir ku hejmara qurbaniyan ji yên hatine ragihandin gelekî zêdetir e.  Li gorî Suga 75 hezar kes beşdarî çalakiya lêgerînê û rizgarkirina welatiyan bûne.

Li gorî AFP’yê Suga destnîşan kir ku xebatên wan di bin tava germahiya rojê de pêk tên û pileya germahiyê ji 35 dereceyan derbas kiriye û guman kir ku ev rewş hefteyekê berdewam bike.

Suga bang li hemû karmendan kir ku bi baldarî tev bigerin û ji rewşên awarte re amade bin.

Ev rûdan yek ji karesatên xwezayî yên herî metirsîdar di van salên dawî de li Japonyayê ye.