Koalîsyona Erebî hêz rêkir Hece û El-Hudeyîda yên Yemenê

Şer di navbera artêşa Yemenê yê  ku desteka xwe ji Koalîsyona Erebî û hêzên Hosî de li gelek parêzgehên Yemenê didome. Ji ber vê yekê Koalîsyonê Erebî hêz rêkir parzêgehên Hece û El-Hudeyîda .

Koalîsyona Erebî hêz rêkir Hece û El-Hudeyîda yên Yemenê
10 tîrmeh, 2018   11:13

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî televizyona El-Erebiya, artêşa Yemenê tenê 3`yê km maye ku bighêje bajaroka Baqim ê girêdayî parêzgeha Seda.

Artêşa Yemenê piştî ku Erebistana Siûdî desteka leşkerî rêkir, xwe amade dike ku li bajaroka Hered li dijî Hosiyan dest bi şer bike. Her wiha balafirên Koalîsyona Erebî jî navendên Hosiyan li parêzgeha El-Beyda û El-Cof bombebaran kir.

Ji aliyê xwe ve televizyona Skynews got ku hêzên Yemenê operasyonên paqijkirinê li derdora başûr û rojavayê bajaroka El-Tehtiya  ya dikeve aliyê başûrê parêzgeha El-Hudeyîda ya li ser berava rojavayê Yemenê berdewam dike.

Her wiha hate tekezkirin ku hêzên hevbeş li Mezari El-Mexres, El-Siwîq, herêmên derdora El-Faz, rojavayê bajaroka El-Tehtiya hêzên El-Hosî xistine çemberê. Ji aliyê din ve jî hate destnîşankirin ku Koalîsyona Erebî destekdayîna leşkerî ber bi parêzgeha El-Hudeyîda rêkir û paşê çavê wan li ser bajaroka Zubeyd ye.

Toreya El-Mesîra ya girêdayî hêzên Hosî jî got ku di encama bombebarana balafirên Koalîsyonê li ser malekê li herêma El-Qehir a girêdayî bajaroka Baqim a Sadayê du welatî hatin kuştin û jinek û zarokek jî birîndar bûn. Her wiha welatiyek bi guleyên leşkerên Siudî  ku sînor diparêzin li bajaroka Şeda hate kuştin.

(bx)