Çeteyên dewleta tirk careke din ew revandin

Çeteyên artêşa tirk a dagirker li bajarê Efrînê welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Îbrahîm revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Çeteyên dewleta tirk careke din ew revandin
10 tîrmeh, 2018   07:56

EFRÎN

Artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê li ser şêniyên Efrînê kiryarên hovane ji revandin, dizî û îşkencekirinê, didomînin.

Li gorî agahiyên ku şêniyên taxa El-Eşerefiyê ya bajarê Efrînê ji ajansa me ANHA`yê re dane, çeteyên artêşa tirk a dagirker ên ku xwe li taxê bi cih kirine, roja Yekşemê welatiyê bi navê Mehmûd Şêx Îbrahîm (36) revand û ber bi cihekî nediyar ve bir.

Li gorî agahiyan, Îbrahîm beriya du mehan ji aliyê çeteyan ve hatibû revandin û rastî îşkenceyan hatibû. Her wiha hate gotin ku çeteyan beramberî berdana wî erebeyek xwestibû.

Hate destnîşankirin ku Îbrahîm zewicî ye û kurekî wî heye. Ew ji şêniyên gundê Gurzêlê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ye. Li kolana El-Fîl a taxa El-Eşrefiye ya bajarê Efrînê bi malbata xwe re dijî. Heta niha jî çarenûsa wî ne diyar e.

Ji 18`ê Adara derbasbûyî de ji dema ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê Efrîn dagir kir, çarenûsa bi sedan şênî û ciwan, jin û kalepîran ne diyar e. Lê balkêş e ku civaka navdewletî jî heta niha di nava bêdengiyê de ye.

(bx/kc)

ANHA