Balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê Efrîn bombebaran dikin

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker hin nuqte li ser riya sereke ya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê, her wiha hin deverên navçeya Racoyê  bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dagirkeriya Tirkiyê Efrîn bombebaran dikin
8 tîrmeh, 2018   20:25

EFRÎN

Çavkaniyan ji herêma Efrînê ji ajansa me re dane diyarkirin ku îro saet 22:00'an de balafirên şer ên dewleta Tirk a dagireker li ser kantona Efrînê geriyan, paşê gelek nuqte li ser riya sereke ya di navbera herêma Cindirêsê û bajarê Efrînê, li nêzî gundê Xalta û Meskê, û hin deverên herêma Racoyê bomebebaran kirin.

Nûçegihanên me ragihandin ku balafirên şer hîna li ser bajarê Efrînê û navçeya Racoyê digerin.

(bb)

ANHA