ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 09.07.2018
9 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên kantona Girê Spî cenazeyên du endamên Hêzên Asayîşê yên ku di encama teqîna mayînekê de li bajaroka Hemam Tirkumen şehîd bûne, li goristana Şehîd Mehmûd Tiûmê oxir dikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Cenazeyê endama Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk Dîlan û xwişka wê Dilyar bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê wê werin oxirkirin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Li gorî ankêta ku ji aliyê Navenda Lêkolînên Stratîjîk a Rojava, piraniya şêniyên herêma Cizîrê dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê xeteriyeke pir mezin dibînin. Her wiha li gorî ankêtê; şênî amade ne herêm û destkeftiyên şoreşê biparêzin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên Reqayê veguheztibûn navendên xwe yên leşkerî û zarokên Reqayê ji xwendinê mehrûm kiribûn û niha jî navenda perwerde hewl dide xebatên xwe yên ji bo sala nû ya xwendinê bi dawî bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

- Jinên li kantona Efrînê anîn ziman ku lidarxistina Konferansa Rizgarkirina Efrînê ji bo hêzên li ser gelên herêmê komployan dikin, bû bersiveke xurt û amade ne tevlî hemleya Rizgarkirina Efrînê bibin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

- Buroya Pêwendiyan a girêdayî Desteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk dest bi çêkirina xetên telefonê kir.  (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji çemê Xabûr ê ku di bajarê Hesekê re diherike, ji ber ava kenalîzasyonê bêhna nexweş tê. Şêniyên taxa Xiwêran ku li rex çem dimînin daxwaza çareserkirinê ji Şaredariya Gel kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA