Hovîtiya dagirkeran: Jinek di bin êşkenceyê de hate qetilkirin

Hêzên dagirkerên Efrînê li navçeya Şêrawa pîrejinek di bin êşkenceyê de qetil kirin û hevserê wê jî revandine.

Hovîtiya dagirkeran: Jinek di bin êşkenceyê de hate qetilkirin
8 tîrmeh, 2018   19:30

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyekî ji gundê Burc Qaz dane ajansa me, çeteyên koma "El-Hemzat" ya girêdayî dewleta Tirk duh li gundê Berad ê navçeya Şêrawayê  xwestin dest deynin ser milkên malbata welatiyê bi navê Hemdî Ebdo (70) û hevjîna wî Sultana Xelîl Naso (70).

Çavkaniyê anî ziman ku dema ku malbatê li hemberî wan senikinîn û qebûl nekirin ku dest li ser milkên wan werin dayîn, çeteyan ew neçar kirin ku 250 hezar lîreyên Sûrî bidin.

Li gor heman çavkaniyê, çeteyên heman komê îro dîsa avêtin ser wê malê. Çeteyê bi navê Ebû Elî Heyanî jî bi awayekî hovane Sultana Xelîl lê dan kirin, ta li ser hişê xwe çû û wefat kir. Her wiha hevserê wê Hemdî jî revndin û ew birin cihekî ne diyar pişt ku mikên wan talan kirin.

Çavkaniyan destnîşan kirin ku  cenazeyê Sultana di malê de ye û tu kes newêre nêzî wê bibe.

(bb)

ANHA