TAJÊ: Daxuyaniyên Barzanî nîşaneya hevkariya bi Erdogan re ye

TAJÊ bi daxuyaniyekê bersiva gotinên Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî da û got; "Daxuyaniya Neçîrvan Barzanî ya ku PKK'ê weke hêzeke dagirker bi nav kir, bi tundî şermezar dikin. Ev helwest û axaftin nîşaneya hevkariya bi dijminê gelê Kurd Erdogan re ye."

TAJÊ: Daxuyaniyên Barzanî nîşaneya hevkariya bi Erdogan re ye
8 tîrmeh, 2018   18:15

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidxanê (TAJÊ) di daxuyanîya xwe de bal kişand ser pêkanînên dewleta Tirk û wiha tê gotin; "Hêzeke dagirker a welatiyên xwe dikujê qetil dike ye. Hêzeke dagirker ew e ku ji bo hebûna xwe li dijî mirovahiyê bê pîvan şerê mirovahiyê dike. Ev jî ji bo me şênber nîşaneya hêza dagirker dibe Dewleta Tirk.  Hêza ku hat Êzidaxanê rizgar kir û parast li gel me pîroz e û li gel me ti car nabe hêzê dagirker. Dagirker ew e ku dewleta Tirk e û hevkarên wê ne. “

Di nava daxuyanî  ya xwe de TAJÊ  xwedîderketina gelê Başurê Kurdistan û Şengalê wiha tîne ziman “Yê ku 3'ê Texbaxa 2014'an de ku xwe gihand gelê Êzidî PKK bi xwe bû. Ê ku gelê êzîdxanê ji fermanê xilas kir PKK bû. Ew gerîlayên ku xwarin û ava xwe ji devê xwe dan zarokên me û dan gelê me û jiyan dan wan gerîlayên PKK'ê bûn. Bi sedan jin û zarokên ku ji destê DAIŞ'ê rizgarkirin, dîsa ew bûn. Hêza ku hatin Şengalê HPG û YJA STAR yê ku bi felsefeya Apoyî hatibûn zanakirin.  Axa Êzidxanê rigarkirin û parastin. Li ser vê ezmûnê hêza parastina Êzidxanê YBŞ û  herwiha avakirina Yekîneyê Parastina Jinên Şengalê çêbû. Meclîs û rêxistina gelê me bi saya wan çêbû. Piştî erka xwe pêkanîn careke din vegeriyan cihên xwe. Tiştê ku gerîla ji bo me kiriye ti kes û hêzek nekiriye."

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Niha ji Nêçîrvan Barzanî ji bo Başûrê Kurdistanê dibêje PKK hêzeke dagirker e. Ma gelo dema ferman çêbû ew li ku bûn? Kî gelê me yê Êzidî, ji destê DAIŞ'ê de hişt. Kî bû sebebê ew qas keç û jinên me ku werin qetil kirin û bi hezaran werin dîlgirtin.  Ma ne ew hêza PDK'ê bûn? Hêzên Nêçîrvan Barzanî bûn. Niha jî ew hêzê ku em xilas kirin û parastin re dibêjin hêzeke dagirker e. Ma gelo ji bîr kir ku Kerkûk, Mexmûr, Hewlêr, Şengal ji êrîşên DAIŞ rizgar kirin.”

TAJÊ wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: "Em di serî de weke Meclîsa TAJÊ û gelên Şengalê, em van gotina xwe dîsa dubare dikin ku PKK'ê em rizgarkirin. Ji ber vê yekê baş tê zanîn Barzanî kesek wisa ye ku bi dewleta Tirk a dagirker re tim û dayîm di nava hevkariyê de ye. Li ser vê yekê em ji Barzanî re dibêjin pêwîste ku ji dev hevkarî ya dijminê gelê Kurd a bi Erdogan û dewleta Tirk berde. Bila neyê lîstokên Erdogan.  Ê ku hebûna gelê Kurdistanê biparêze wê PKK be, ne Erdogan be. Em wek TAJÊ  bang hemû jinan û bi taybetî dikin çewa ku deshiltdarî ya herî biçûk em di şexsê zilam de red dikin. Em ê bitêkoşîn û rêxistina xwe jî hêzên desthilatdar dixwazin li ser xaka me çanda me xwe bicîh bikin jî red dikin, ne tene ev em ê herdem li hemberî hevkarên wan jî di nava têkoşînê debin.”