Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin

Welatiyên Kantona Kobanê bi merasîmekê şehîd Bêrîtan Zinar li goristana Şehîd Dijla ya dikeve başûrê bajarê Kobanê oxir kirin.

Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
Şehîd Bêrîtan li Kobanê hat oxirkirin
8 tîrmeh, 2018   17:22

KOBANÊ

Bi sedan welatiyên kantona Kobanê tevlî merasîma oxirkirina şervana YPJ`ê Sozdar (Birîtan Zinar) ku li navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Heseke şehîd bibû, bûn.

Merasîm bi deqeyekê rêzgirtine û toraneke leşkerî dest pê kir. Piştî wê li ser navê Erka Xweparastinê Nebo Mûrad axivî û got:˝ Meha Tîrmehê di dîroka Kurdistanê de yek ji mehên herî pîroz e. Hevalan di zîndana Amedê de li hemberî dewleta Tirk a faşist bi lehengî li ber xwe dan˝.

Piştî wê nasnameya şehîd Bêrîtan hat xwendin û radestî malbata wê hate kirin.

Merasîm bi dirûşmeya `Şehîd Namirin` bi dawî bû.

(sn-şm)

ANHA