Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin

Cenazeyê şervanê YPG'ê Rizgar Destan ê ku 29'ê Hezîranê de di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bibû, ji aliyê bi hezan kesî ve, li goristina Şehîd Xebat Dêrik hate oxiririn.

Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
Rizgar Destan bi merasîmeke heybet hate oxirkirin
8 tîrmeh, 2018   19:10

QAMIŞLO

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê, di nav de endamên saziyan, nûnerên partiyên siyasî, şervanên YPG û YPJ'ê cenazeyê Mihemed Eşrec (Rizgar Destan) ji nexweşxaneya Şehîd Hogir wergirtin û bi kerwanekî ji sedan erebeyan pêk dihat ber bi goristanan Şehîd Xebat Dêrik ve bi rê ketin.

Li goristanê, piştî tûrana leşkerî ji aliyê Hêzên Erka Xweparastinê ve, ji fermandarên YPG'ê Mihyedîn Xêrkê got, "Em ji tevahî gelê xwe re dibêjin ku em bi îradeya xwe ya polat û rihê fedekarî berxwedana me ya parastina destkeftiyên şehîdan didomînin. Em soz didin şehîd Rizgar û hemû şehîdên din ku em ê tola wan li erdê nehêlin û xeta wan bişopînin ta armancên wan bi cih bînin."

Her wiha, Hevserokê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Hesen Ubeyd jî soza şopandina riya şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê da û got ji jiyaneke azad û bi rûmet berdêlên giran hatin dayîn, li ser vê yekê pêwîste ev berdêl werin parastin û xwedî li nirxên şehîdan werin derketin.

Di merasîm de,her wiha Hevserokê Desteya Hindirîn a Kantona Cizîrê Kenan Berekat jî ji aliyê xwe ve got, "Ji destpêka pêvajoya Şoreaş Rojava me gel xwe ji zulmê parast, hin dewletên herêmên şoreşa gelan li gorî berjewendiyên xwe meşand û bazirgahî ser xwe xwîna sivîlan kirin.

Berekat li hemberî dagirkeriyê banga yekîtiyê li gelên herêmê kir.

Piştre wesîqeya şehadetê ya Rizgar hate xwendin û radestî Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê hate kirin.

Girse cenaze di nava dirûşme û tilîliyan de spartin axê.

(bb)

ANHA