Tebqa şervanekî Bagera Cizîrê oxir kir

Şêniyên herêma Tebqayê merasîma oxirkirina şervanê QSD`ê Elai Xelîfe lidar xistin.

Tebqa şervanekî Bagera Cizîrê oxir kir
Tebqa şervanekî Bagera Cizîrê oxir kir
Tebqa şervanekî Bagera Cizîrê oxir kir
8 tîrmeh, 2018   17:08

TEBQA

Şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Elai Xelîfe (Elai Tebqa) ji gundewarên rojhilatê Tebqayê ye û li bajaroka Hecîn ê girêdayî parêzgeha Dêra Zorê şehîd bû.

Şêniyên Tebqayê û gundewarên wê ji nexweşxaneya Wetenî ya bajarê Tebqayê cenazeya şehîd Elai rakirin û berbi goristanê ve birin. Li goristanê jî cenazeya şehîd Elai ji aliyê bi dehan şêniyên herêma Tebqa ve hat pêşwazîkirin û merasîm hat lidarxistin.

Piştî ku  Şervanên QSD/YPJ û YPG`ê merasîma leşkerî lidarxistin û deqeyekê rêz hat girtin Hevseroka Komîteya Parastinê ya Tebqayê Fatma Reşo û Rêveberiyê Komîteya Karûbar û Malbata Şehîdan Abdulkerîm Ehmed axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Her wiha Hevserokê Meclîsa Zagonsaz a Tebqayê Hamid Ferec berxwedana Efrînê bi bîr anî û got:˝ Em ê Efrîn ji destê neyarên netewa demokratîk rizgar bikin˝.

Nasnameya şehîd Elai Xelîfe hat xwendin û radestî malbata wî hat kirin.

Di dawiya merasîmê de cenazeya şehîd ji aliyê hevriyên wî ve hat oxirkirin.

(np)

ANHA