`Serî hilde ,Şerbike, Kurdistanê azad bike`

Yekîtiya Jinên Ciwan (YJC)  ji bo şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê û êrîşa wê li ser Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.

`Serî hilde ,Şerbike, Kurdistanê azad bike`
8 tîrmeh, 2018   15:53

HESEKÊ

Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Serêkaniyê yê kantona Heseke di bin durişmeya "Serî Hilde " daxuyanî li dibistana  Efaf dan. Di daxuyaniyê de dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê û êrîşa wê li hemberî Başûrê Kurdistanê hat şermezarkirin. Daxuyanî ji aliyê mamoste Tîcan Tewîl ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

˝Ev sedsalan li Kurdistanê ,bi êrîşên qirkirina kurbûyîna faşîzmê didome .Bi serkêştiya dewleta Tirk a dagirker êrîşên li Efrînê dest pêkir û xwest li Başûrê Kurdistanê berdewam bike .axa Kurdistanê bi tehdîda faşîzm re rû bi rû ma.Dîklatorya faşîst a AKP-MHP hebûna xwe li ser tunnebuyîn kurda bi êrîşên hovane re ku çû bilintir kir.

Dewleta Turk ya dagirker û metînger ,bi êrîşên hovane re mesgenên gerîlan û cihên  sivîlan ev demek boberbaran dike .li hember vê di pêşengtiya jinên ciwan Başûrê Kurdistanê re ji her temenê kesê berê xer dan çiyayê Qendîlê .ev diyar dike ku pêşengê civaka jinên ciwan û gelê Başûrê Kurdistanê vê dagirkeriyê qebûl nekin. Di vê demê de ji bo kurdan parastina axa ji nan û avê pêwîstire.Em weke jinên ciwan bangewaziya hemû jinên ciwan û ciwanan dikin ku berê xwe bidin cebelên berxwedanê û parastina axa xwe bikin.

Daxuyanî  bi dirûşmeyên "Serî hilde ,Şerbike, Kurdistanê azad bike", bi dawî bû˝.

ANHA