Di rojnameyên Erebî de: Îtîfaqa Rûsiya û komên çekdar û valahiya zagonî ya Iraqê

Rûsya bi komên çekdar ên başûrê Sûriyê li ser radestkirina çekên giran û veguhestina aliyên ku li dijî peyamanê ne ber bi bakurê Sûriyeyê li hev kirine, Iraq jî ji ber negihiştina aliyên siyasî ber bi avakirina hikûmeteke nû ketiye valahiyteke zagonî.

Di rojnameyên Erebî de: Îtîfaqa Rûsiya û komên çekdar û valahiya zagonî ya Iraqê
8 tîrmeh, 2018   04:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên Erebî yên hefteya derbasbûyî mijarê cuda girêdayî rewşa meydanî û siyasî li başûrê Sûriyê, valahiya zagonî li Iraqê, aloziya Yemen û avakirina hikûmeteke nû ya Lubnanê girt dest.

Sûriyê

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî derbarê mijarê de sernavê "Rûsya danûstandinan der barê kêmkirina şer li başûrê rojavayê Sûriyeyê de qebûl nake" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyeyê ber bi sînorê Urdinê û Îsraîlê ve bi pêş ve diçe, Îsraîl hişyariyan der barê herêmên kêmkirina şer de dide" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh tundiya li başûrê Sûriyeyê ket rewşeke nû û wiha dom kir: "Îsraîl hêzên rêjîmê tehdîd kirin ku itîfaqa 'bêçalakiyan' binpê neke. Di heman demê de Rûsya hêzên Amerîkayê yên li baregeha Tenef a li başûrê rojhilatê Sûriyeyê ji afirandina rewşa xebatên DAIŞ'ê berpirsyar e.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku komên çekdar ên opozisyonê li başûrê Sûriyê li ser malpera xwe ya twiterê gotin, danûstendina bi Rûsiya re li ser rêbaza radestkirina çekên giran, têk çû û wiha dom kir: "Çavkaniyan diyar kirin ku Rûsiya pêşunemaya ku komên çekdar ên opozisyonê pêşkêş kirine, têk çûn. Li gorî pêşunameyê divê dema itîfaqa di navbera herdû aliyan de bikeve meriyetê, divê alî çekên xwe yên navîn teslîm bikin, demil dest jî danûstendina siyasî jî pêk were. "

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Mosko banga rakirina cezayan li ser Şamê dike, her wiha zimanê xwe derbarê hebûna Îranê de nerim dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Mosko derbarê daxwazên Îsraîl û Amarîka ya derbarê vekişîna Îran ji Sûriyê zimanekî hişik nîşan da, ev jî wekî armanceke ne piratîkî binav kir. Ev yek beriya hefteyek ji serdana Serokwezîrê Israîlê ji Mosko re û civîna bilind ku di navbera Serokê Rûsiya û Serokê Amarîka de pêk hat. Di heman demê de jî Rûsiya ji hêzên rojavayî xwest ku embargo û cezayan ji ser rêjîma Sûriyê rabike."

Rojnameya El-Erebî jî sernavê "Zext li Urdinê tê kirin ku sînorê xwe ji koçberên Deraayê re veke."

Rojnameyê di berdewamê de jî got ku Urdin rastî zextên navdewletî tê da ku sînorê xwe li ber bi hezaran welatiyên koçber veke û wiha dom kir: "Ji Urdinê tê xwestin ku rê ji welatiyên koçber re yên ji êrîşên artêşa Sûriyeyê direvin, veke."

Rojnameya El-Heyat jî sernavê "Bi mîsogeriya Rûsya der barê dosaya Başûrê Sûriyeyê sererastkirin pêk hat, rêjîma deriyê Nesîb ê sînorî bi dest xist" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ji beriya zêdeyî 2 hefteyan û danûstandin di bin agir û topbaranê de tê meşandin û wiha dom kir "Di encamê de komên çekdar ên Artêşa Azad a Sûriyeyê li rojhilatê Derayê sererastkirin qebûl kir. Bi vê yekê jî re hêzên rêjîmê dest dan ser deriyê sînor ê Nesîb ê bi Urdinê re."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de li ser zimanê çavkaniyên opozîsyonê got ku hêzên opozîsyonê di nav têkçûneke mezin de ne, ji ber nekarî şert û mercên itîfaqê baş bikin."

Iraq

Girêdayî mijar û aloziya Iraqê rojnameya El-Ereb manşeteke xwe wiha danî "Danûstandinên blokên siyasî asteng dibin û dema valahiyê li Iraqê dirêj dibe." Rojnameyê di nivîsa xwe de wiha anî ziman: "Danûstandinên siyasî yên di navbera aliyên di hilbijartinên Iraqê de bi ser ketine di cih de mane û encamên hilbijartinan hê jî di nava xebatên lêvegerê de ne û tu gav ber bi avakirina hikumeteke nû ve nehatine avêtin."

Rojnameya Şerq El-Ewsat nivîseke xwe wiha bi nav kir"Binketiyên di hilbijartinên Iraqê de alîkariyeke navneteweyî hêvî dikin". Rojnameyê diyar kir ku bêçareya li hemberî encamên hilbijartinên giştî li Iraqê û biryara dadgeha federal a lêvegera veqetandina dengan, diyar e hin aliyên di hilbijartinan de bi bin ketine, hê jî hêvî dikin ku encamên hilbijartinan bêne betalkirin û hilbijartin ji nû ve pêk werin an jî sozekî ji Neteweyên Yekbûyî wergirin ku dê lêvegera hemû sindoqên hilbijartinan pêk bîne.

Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê sernavê "Li ser destûrebûna Meclisa Wezîran nîqaş dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikumeta Iraqê ketiye rewşeke valatiyê de û wiha dom kir: "Xilasbûna dema parlamentoyê ya yekem ku vê mehê pêk hat, valatiya destûrî pêk anî. Aliyên siyasî der barê tevgera Meclisa Wezîran a niha pirsyar dikin."

Girêdayî mijareke din a Iraqê rojnameya El-Ereb nûçeyek bi navê "El-Heşd El-Şebî asta dijberiya xwe bi artêşa Iraqê re bilind dike". Rojnameyê diyar kir ku nakokiyên di navbera saziyên leşkerî yên fermî li Iraqê û rayedarên tabûrên herêmî yên çekdar de yên ku alîgiriya Îranê dikin û di bin sîwana hêzên Heşd El-Şebî de tev digerin, zêde bûne. Zêdebûna nakokiyên di navbera Amerîka û Îranê de jî zexta xwe li vê têkiliyê zêde dike.

Yemen

Girêdayî mijar û aloziya Yemenê rojnameya Şerq El-Ewsat manşeteke xwe wiha bi nav kir "Hûsiyan xebatên Giriffths bi dijwarkirina leşkerî bersivandin". Rojnameya El-Heyat jî wiha got "Hûsî hevdîtinên bi Giriffths re vedişêrin" Rojnameyê diyar kir ku milîsên hûsî xebatên şandeya navneteweyî ya bi serokatiya Martin Giriffths ku ev du roj e serdana Senhayê dike, bersivandin û diyar kir ku dê êrîşên xwe yên leşkerî dijwartir bikin. Hûsiyan hemleyên xwe li seranserî karîgeriyên El-Hudeyda zêde kirin, her wiha li gelek taxên bajarê El-Hudeyda mayin çandin û tûnel kolandin.

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Yemenê de sernavê "Rewşa leşkerî dijberiya hêviyên Giriffith a der barê Yemenê de dike." Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê mijarê de sernavê "Berhemên hûsiyan bi milyaran e, memûr jî bê mûçe ne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Hikumeta Yemenê ya şerî ragihand ku hûsiyan derdora 6 milyar dolar di sala derbasbûyî de wergirtiye. Ev jî hemû beremên saziyên heyî ku berhemên bac, zika û gumrikê hatine wergirtin jî pêk tên."

Filistîn

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê reşwa Filistînê de sernavê "Komên Filistînê amadekariyê dikin ku berê xwe bidin paytexta Misrê Qahîra, da ku lihevhatinê û bidawîkirina aloziya bi Îsraîlê re nîqaş bikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku şandeyên çekdarên opozisyonê amadekariyê dikin ku berê xwe bidin Misrê da ku danûstendinên nîqaş bikin û wiha dom kir: "Armanc ji vê serdanê pêkanîna danûsandinan e. Dê gelek mijarên girêdayî dosya lihevhatinê werin nîqaşkirin, di heman demê de dê aloziya ewlekarî ya bi Îsraîlê re jî were nîqaşkirin.

Rojnameyên ereban derbarê rewşa Filistînê de jî gelek nivîs û nirxandin weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Îsraîl êrîşî kesên piştgiriya El-Xan El-Ehmer kirin" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê rewşa Filistînê sernavê "Hêzên dagirkeran El-Xan El-Ehmer dorpêç kirin, niha jî dest bi gavên ruxandina malên welatiyên filistînê kirine."

Lubnan

Der barê rewşa Lubnanê de jî rojnameya El-Şerq El-Ewsat sernavê "Avakirina hikumeta Lubnanê, vegeriya çargoşeya yekem, bi taybet ev yek jî piştî itîfaqa Merab pêk hat." Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku avakirina hikumeta Lubnanê careke din vegeriya çargoşeya destpêkê, ev jî piştî ku di nava çend rojên derbasbûyî de rewşa bêdengiyê ku serokkomarê Lubnanê Mîral Mîşel Ewn xwest derxe holê."