ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 08.07.2018
8 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Şêniyên kantona Kobanê şervaneke YPJ'ê li goristanan Şehîd Dicle oxir dikin. Saet 18:00. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Lewend Mîrko got: Her destûrkeke di bin siya dagirkeriyê de were avakirin, tê wateya sepandin û wesiyatkirina dagirkeran li ser gelên Sûriyê.  Mîrok bal kişand ku pêwîste gelê Sûriyê bêyî destwerdanan derve destûra xwe ava bikin û çarenûsa xwe diyar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Rojnamevanê Misirî Ehmed El-Emîd di geriya xwey a li Bakurê Sûriyê zehmetiyên ku şêniyên Reqayê ji ber mayînan dikişînin. Rewşa parastinê li Minbicê û şêniyên Efrînê yên li Şehbayê şopand.

- Çeteyên DAIŞ'ê derheqên sivîlên Reqayê her cure êşkence pêk anî, mîna goristanekê li bajêr kirin. Bi hezaran sivîl di gorên komî de bi awayekî ne rawa defin kirin. Tîmên taybet ên rakirina cenazeyan heta hezar û 238 cenaze derxistin û ew di gorên taybet veşartin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Abdulkerîm Umer anî ziman ku daxuyaniya Barzanî li dijî Kongreya Netewî ye û nakevê xizmeta gel. Daxûyanî da nîşandan ku alîkarî û parastina dewleta Tirk tê kirin û ev jî xetêriyêke mezin e. Dewleta Tirk li dijî deskeftiyên gelê Kurd tev digerê bila, kes nebe alikarê dagirkeriyê.   (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

-Rûsya bi komên çekarli başûrê Sûriyê re li ser radestkirina çekên giran li hev kirine. Li Iraqê jî valahiyeke zagonî piştî heye û aliyên siyasî ji bo avakirina hikûmeteke nû ne gihiştin lihevkirinan. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

 Riyad Derar got ku, dûrxistina pêkhateyekî ji Komîteya Destûrî tekez wê mîna civînên Cinêvê û Astaniyê ti encamê negire. Derar anî ziman ku armanca komîteyê deregnxistina standina biryarekî derbarê çareserkirina aloziya Sûriye ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

- Ji destpêka dagirkirina bajarê Cerablusê di 24'ê Tebaxa 2016'an de ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, Tirkiyê bi hinceta parastina koçberên Sûriyê herêmên xwe berfireh kir serweriya xwe li ser herêmên Bakurê Sûriyê zêde kir. (BI WÊNE)

ANHA