Di çarçoveya Pêngava "Serî Hilde" de meşeke bi meşeleyan

Yekîtiya Ciwanên Rojava ya bajarê Dêrikê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava  "Serî Hilde" de meşeke bi mişeleyan li dar xist.

Di çarçoveya Pêngava "Serî Hilde" de meşeke bi meşeleyan
7 tîrmeh, 2018   20:53

QAMIŞLO

Bi dehan ciwanên Girkê Legê û Dêrikê meş hate lidarxistin.

Meş ji ber navenda ciwanan a bajarê Dêrikê ya Şehîd Bawer dest pê kir. Çalakvanan posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran, alên  YCR û YJC'ê hatin hildan. Ciwanan di nava kolanên bajarê Dêrikê geriyan û bê navber dirûşmeyên silavkirina berxwedana Efrînê beriz dikirin û dîsa li cihê jê dest pê kiribûn zîvirîn.

Li vir deqeyeke rêz hate rawestandin, paşê Endamê Koordînasayona Yekîtiya Ciwanên Rojava Elî Harûn diyar kirin ku Pêngava wan a "Serî Hilde" ya li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker ta rizgarkirina Bakurê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê ji dagirkeran berdewam e.

Harûn soza mezinkirina têkoşîna li hemberî dagirkeriyê da.

(bb)

ANHA