Pompeo gihişt Koreya Bakur

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo dosyaya nukleerî nîqaş bike gihişt paytexta Koreya Bakur Pyongyangê.

Pompeo gihişt Koreya Bakur
6 tîrmeh, 2018   11:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo îro gihişt paytexa Koreya Bakur Pyongyangê. Pompeo bi hêvî ye ku der barê dosyaya tunekirina çekên nukleerî yên Koreya Bakur de hin gavên zelal û cidî werin avêtin. Ev yek bi taybet piştî civîna bilind ku di navbera serokê Koreya Bakur û serokê Amarîkayê de, pêk hat.

Pompeo ji aliyê Wezîrê Karên Derve yê Koreya Bakur Ri Yong ve hate pêşwazîkirin. Ri Yong zilamê duyemîn ê rejîma Koreya Bakur e.

Serokê Koreya Bakur Kîm Yong Un beriya niha qebûl kiriye ku nîvgirava Koreyê ji çekên nukleerî were valakirin.

Pompeo bernameyek ji bo lihevkirina li ser projeya hêviyên Washingtonê ku Kîm bernameya xwe ya nukleerî aşkera bike û demekê ji bo bêbandorkirina wê diyar bike, pêk anî.

(bx/ew)