Koalîsyona Erebî navendên hûsiyan topbaran dike

Balafirên Koalîsyonê bi serkêşiya Erebistana Siûdî parêzgeha Sada ya li ser sînor topbaran kir, her wiha topbaran li ser parêzgeha Hece ya bakurê rojavayê Yemenê hate kirin.

Koalîsyona Erebî navendên hûsiyan topbaran dike
6 tîrmeh, 2018   09:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên Koalîsyona Erebî herêmên cuda ji miduriyeta Baqim a bakurê Sada topbaran kirin. Her wiha êrîş bi topan û fûzeyan herêmên niştecihbûnê yên miduriyeta li ser sînor û miduriyetên Razih û Menbe hatin topbarankirin.

Çavkaniyekî leşkerî ji parêzgeha Hece destnîşan kir ku balafirên koalîsyonê 6 caran êrîşî rojhilatê miduriyeta Herid kir û 4 caran jî êrîş li ser başûrê miduriyeta Mîdî pêk anîn.

Çavkaniyekî din jî diyar kir ku li bakurê çolistana Mîdî hêzên hûsiyan du kemîn ji bo hêzên Yemenê yên ku alîkariya xwe ji Koalîsyona Erebî digirin, danîn. Di encama her du kemînan de kuştî û birîndar di nava endamên her du koman de çêbûn.

Erebistana Siûdî û Îmarat ji Adara 2015`an ve alîkariya hikumeta serokê Yemenê dikin da ku herêmên di bin serwriya hêzên hûsî de careke din bixe bin serweriya xwe.

(bx/ew)