Sibe wê gelê Başûr li dijî dagirkeriya Tirk bimeşe

Wê sibe li 9 navendên başûrê Kurdistanê li dijî dagikeriya dewleta Tirk meşên girseyî bên li dar xistin

Sibe wê gelê Başûr li dijî dagirkeriya Tirk bimeşe
6 tîrmeh, 2018   11:20

NAVENDA NÛÇEYAN

Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand ku wê sibe li 9 navendên cûda yên Başûrê Kurdistanê çalakî û meşên girseyî yên li dijî dagirkeriya artêşa Tirk lidar bixin û Eniyê bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistanê jî kir ku deriyê cihên kar û dikanên xwe bigirin û li dijî dagirkeriyê dakevin qadan.

Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê îro saet 11.00’ê nîvro li Parka Nalî ya bajarê Silêmaniyê derbarê bernameya çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Eniyê ragihand ku wan biryar daye li 9 cih û navendên cûda yên Başûrê Kurdistanê çalakî û meşên girseyî li dijî dagirkeriya Tirk li dar bixin.

Endamê Eniya Nîştîmanî ya li dijî dagirkeriyê Bekir Şêx Selam di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku wê meş û çalakî li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk, Kelar, Qeladiz, Derbendîxan, Çemçemal, Ranya, Helebceyê meş û çalakiyên li dijî dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê werin lidar xistin.

Şêx Selam rexne li bêdengiya Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku li hember dagirkeriyê bêdengin û got, “Ji ber Hikûmeta Iraq û ya herêmê li hember dagirkeriyê bêdengin me vê enî li dijî dagirkeriyê ava kir.”

Şêx Selam di dewama daxuyaniyê de bang li tevahî gelê Başûr û esnafan jî kir û got, "Em bang li tevahî gelê Başûrê Kurdistanê dikin ku sibe (Şemî) herkes deriyê dikan û kargehên xwe bigirin û tevlî çalakiyan bibin, ji ber niha dagirkeriyeke berfireh li ser Başûrê Kurdistanê heye."

Eniyê cih û dema çalakiyan jî wiha rêz kir;

Hewlêr: li ber Parka Şanedar saet 18:00’ê berbi êvarê

Silêmanî: ji Seholeke heya parka Baxê Giştî saet 17:00

Kerkûk: li Parka Qela saet 17:00

Çemçemal: li ber Zankoya Çermo saet 18:00

Kelar: li ber dibistana Leyla Qasim saet 17:30

Ranya: li ber Baxê Giştî saet 17:00

Helebce, Derbendîxan û Qeladiz jî dema wan hê ne hatiye diyar kirin.