Di rojnameyên ereban de îro

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişand ser rewşa li başûrê Sûriyeyê û pêşketina hêzên rêjîmê ya ber bi sînorê Urdin û Îsraîlê ve. Rojnameyan rewşa Iraq, Filistîn û mijarên din jî wek mijarên sereke dîtin.

Di rojnameyên ereban de îro
6 tîrmeh, 2018   08:44

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên vê sibê de rewşa başûrê Sûriyeyê wek mijarek sereke dît û bal kişand ser pêşketinên hêzên rêjîmê ber bi sînorê Urdin û Îsraîlê ve û got ku di navbera artêşa Sûriyeyê û deriyê sînor ê Nesîb de tenê 6 kîlometre maye. Rojnameyan di nivîsê xwe de her wiha bal kişand ser rewşa Iraq, Yemenê û hin mijarên din.

Sûriye

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de rewşa li Sûriyeyê wek mijareke sereke dît. Rojnameya El-Quds El-Erebî der barê mijarê de sernavê "Di bin gefên bombebarana dijwar û teqemeniyê de li Deraa… Opozîsyon qebûl dike danûstandinan bidomîne û şertê wan ew e ku çekdarên wan ên bixwazin derkevin aliyê Idlibê, destûrê bidinê" avêt. Rojnameya El-Ereb jî der barê mijarê de sernavê "Bombebarana dînitî ya li ser Deraa rêya reva opozîsyonê ji sererastkirina bi Rûsya re nahêle" avêt.  Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku bombebarana dînitî ya li ser herêmên opozîsyona Sûriyeyê ya li parêzgeha Deraa ya başûrê rojavayê welat bû sedema ku opozîsyon neçar bimîne vegere danûstandinan bi Rûsyayê re, da ku rê li ber rijandina xwînê bigire."

Rojnameyê di berdewama nivîsa xwe de jî da zanîn ku çekdarên opozîsyonê êvara pêncşemê ragihand ku 24 saetên dawîn tundiya ku berê pêk nehatiye, çêbûye û wiha dom kir: "Berdevkê opozîsyonê destnîşan kir ku wan qebûl kiriye ku bi Rûsyayê re der barê rawestandina şer de bikevin têkiliyan."

Rojnameya El-Şerq El-Ewsat jî der barê mijarê de sernavê "Rûsya danûstandinan der barê kêmkirina şer li başûrê rojavayê Sûriyeyê de qebûl nake" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê de sernavê "Rêjîma Sûriyeyê ber bi sînorê Urdinê û Îsraîlê ve bi pêş ve diçe, Îsraîl hişyariyan der barê herêmên kêmkirina şer de dide" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku duh tundiya li başûrê Sûriyeyê ket rewşeke nû û wiha dom kir: "Îsraîl hêzên rêjîmê tehdîd kirin ku itîfaqa 'bêçalakiyan' binpê neke. Di heman demê de Rûsya hêzên Amerîkayê yên li baregeha Tenef a li başûrê rojhilatê Sûriyeyê ji afirandina rewşa xebatên DAIŞ'ê berpirsyar e.

Rojnameyê her wiha da zanîn ku balafirên Rûsyayê û hevkarên wê di heman demê de bi sedan bombe bi ser herêma başûrê Sûriyeyê de avêtin û wiha dom kir: "Hêzên rêjîmê niha êdî tenê 6 kîlometreyan nêzî deriyê Nisîb ê sînorê Urdinê ye. Hate ragihandin ku navbênkariya Urdinê ku pêk aniye, rê li ber careke din destpêkirina danûstandinan di navbera Rûsya û opozîsyonê re vekir."

Iraq

Der barê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Aloziya ceyranê ya li Iraqê careke din gendeliya berpirsyaran dixe rojevê" avêt. Rojnameyê da zanîn ku bilindbûna pîleya germahiyê di demsala havînê de hikumet ji bo ceyranê xist rojevê û wiha dom kir: "Hikumeta Iraqê êdî nikare pêdiviyên xizmetguzariyê pêk bîne. Bi taybet di rojên dawîn de ji ber pêla germê ya dijwar."

Der barê destûrê de nîqaş

Rojnameya El-Quds El-Erebî sernavê "El-Sedr rêveberiya Iraqê ji derve ve were kirin, qebûl nake" avêt. Rojnameya El-Heyat jî der barê mijarê sernavê "Li ser destûrebûna Meclisa Wezîran nîqaş dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikumeta Iraqê ketiye rewşeke valatiyê de û wiha dom kir: "Xilasbûna dema parlamentoyê ya yekem ku vê mehê pêk hat, valatiya destûrî pêk anî. Aliyên siyasî der barê tevgera Meclisa Wezîran a niha pirsyar dikin."

Yemen

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Yemenê de sernavê "Rewşa leşkerî dijberiya hêviyên Giriffiths a der barê Yemenê de dike." Rojnameya El-Şerq El-Ewsat der barê mijarê de sernavê "Berhemên hûsiyan bi milyaran e, memûr jî bê mûçe ne" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Hikumeta Yemenê ya şerî ragihand ku hûsiyan derdora 6 milyar dolar di sala derbasbûyî de wergirtiye. Ev jî hemû beremên saziyên heyî ku berhemên bac, zika û gumrikê hatine wergirtin jî pêk tên."

Filistîn

Rojnameyan der barê rewşa Filistînê de jî sernavê "Ciwanek ku di 'Meşa Vegerê' de birîndar bûbû, şehîd bû. Qenasên Îsraîlê li nava Xezayê motorsîkletek hedef girt" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku amadekariyên 'wargehên vegerê' li ser sînorê rojhat ê herêma Xezayê didome û wiha pê de çû: "Di heman demê de ciwanek filistînî ku beriya 2 mehan bi guleyên leşkerên Îsraîlê birîndar bûbû şehîd bû. Di heman demê de tê payîn ku îro di saetên piştî nîvro de careke din meşên gel di bin navê 'meşên vegerê' de pêk werin."