Bombebarana hêzên rêjîmê berdewam e

Çavkaniyên ragihandinê da zanîn ku hêzên rêjîma Sûriyeyê herêma Nisêb a dikeve ser sînorê Sûriye û Urdinê bombebaran kir û hêzên rêjîmê derdora 6 km nêzî deriyê sînorî bûne.

Bombebarana hêzên rêjîmê berdewam e
6 tîrmeh, 2018   09:04

NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzgeha Deraa duh di demên êvarê de aramiyek dît lê piştî wê hêzên rêjîmê bi topan êrîşî bajarokê El-Neyîma ya ku dikeve aliyê rojhilatê Deraa kir bêyî ku balafirên leşkerî li herêmê bigerin.

Li gorî Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyeyê balafirên leşkerî zêdetirî 14 êrîş li bajarokê Um El-Mizyan û derdora wê pêk anîn.

Navenda çavdêriyê da zanîn ku komên çete ji bajaroka El-Neyîma vekişiyan û hêzên rêjîmê ketin ser riya Um Mizyan û El-Neyîmayê.

Li aliyekî din jî çavkaniyên ragihandinê da zanîn ku êrîşên hêzên rêjîmê li ser herêma Nisêb a ku dikeve ser sînorê Urdinê berdewam in. Her wiha navendê da zanîn ku hêzên rêjîmê derdora 6 km nêzî  deriyê sînor bûne.

Tê zanîn ku êrîşên bombeyî bûn sedem ku di 19`ê Hezîranê de derdora 159 kesên sivîl jiyana xwe ji dest bidin ku di nav de 32 zarok û 33 jin hebûn.