HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameyên 6 gerîlayên xwe yên ku li herêma Cûdî ya Şirnexê 18'ê Hezîranê di şer de şehîd bûn, aşkera kirin.

HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
HPG`ê nasnameyên 6 gerîlayan aşkera kirin
6 tîrmeh, 2018   07:58

NAVENDA NÛÇEYAN

18’ê Hezîranê li herêma çiyayê Cûdî ya bakurê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dewleta tirk a dagirker de şer derketibû. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şer û pevçûnan daxuyaniyek da û her wiha nasnameyên gerîlayên şehîd bûne, aşkera kirin û ev agahî hatin dayîn: "18'ê Hezîrana 2018'an, li mintiqeya Nava Nêr a qada Gundikê Remo yê Çiyayê Cûdî yê Şirnexê, di dema operasyona artêşa TC a dagirker de ku bi desteka hewayî dikir, şer derket. Şer tevahiya rojê dewam kir û bi berxwedana hêza me ya gerîla derbên giran li dagirkeran hate xistin. Hêzên dagirker ku gelek kuştiyên xwe çêbûn, ji bo encamê bigirin bi balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bombe li herêmê barandin. Di şer de 6 hevalên me yên bi lehengî û fedayî şer kirin, şehîd bûn."

Li gorî daxuyaniya HPG’ê, nasnameyên şehîdan wiha ne:

*****

Nasnav: Diyar Babat

Nav û paşnav: Fehmî Babat

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Elîf-Haci

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Harûn Cîzre

Nav û paşnav: Mehmet Alî Ogûz

Cihê jidayikbûnê: Şirnex

Dayik-Bav: Fatma-Abdulgafûr

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Jêhat Rojhilat

Nav û paşnav: Secad Cîhangî Vîced

Cihê jidayikbûnê: Selmas

Dayik-Bav: Henîfe-Cîhangî

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Şahan Çatak

Nav û paşnav: Yavûz Eraslan

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Meryem-Alaaddîn

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Têkoşer Dijwar

Nav û paşnav: Hamza Kizil

Cihê jidayikbûnê: Mêrsîn

Dayik-Bav: Naîme-Abdûrrahman

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex

*****

Nasnav: Tolhildan Jiyan

Nav û paşnav: Ronahî Mûtlû

Cihê jidayikbûnê: Mûş

Dayik-Bav: Nûriye-Ahmet

Dem û cihê şehadetê: 18'ê Hezîrana 2018'an / Şirnex