Xebatên xizmetguzariyê li Reqayê tên pêşxistin

Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi hemleyeke berfireh ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariyê û pêşxistina derfetan ji bo vegera welatiyan kir.

Xebatên xizmetguzariyê li Reqayê tên pêşxistin
6 tîrmeh, 2018   07:18

EMAR EL-XELF - FIDA EL-ELÎ / REQA

Hevserokê Şaredariya Navendî ya Reqayê Ehmed El-Îbrehîm got ku di çarçoveya plana wan de paqijiya bajar, danîna tora avê, kanalîzasyon, vegerandina bedewiya bajar û sererastkirina rêyan dê pêk werin û armanca wan ji projeyê xizmeta welatiyên herêmê ye.

El-Îbrehîm der barê planê de da zanîn ku plana wan dê 5 mehan pêk were û armanca wan vegerandina avê li hemû bajar, sererastkirina torên avê, kanalîzasyon, paqijî, dûrxistina sergoyê ji derveyî bajar e û got ku li gorî plana wan mesrefa dê lê biçe, bi qasî milyonek û 245 hezar dolar e.

Berpirsê hemleya paqijiyê ya bajarê Reqayê Esed El-Mustefa der barê projeyê de got ku dê projeya wan bi hevkariya di navbera Meclisa Gel a Reqayê û Şaredariya Reqayê de pêk were, armanc ji vê xebatê jî pêşxistina xebatên xizmetguzariyê di nava bajarê Reqayê de ye.

El-Mustefa her wiha destnîşan kir ku bi vê xebata wan jî dê derfetên kar ji hejmareke welatiyan re were peydakirin.

ANHA