‘Divê daxuyaniya Barzanî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bûya'

Parlamenterê Tevgera Goran Şêrko Heme Emîn daxuyaniya serokwezîrê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rexne kir û wiha got: “Diviyabû daxuyaniya Barzanî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê hatiba kirin. Qendîl di dîrokê de bûye sembola têkoşînê, me dît çawa PKK’ê bi pêşmergeyan re axa başûrê Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê parast.”

‘Divê daxuyaniya Barzanî li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê bûya'
6 tîrmeh, 2018   07:17

BÊRÎTAN MEDUSA / NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta tirk a dagirker di mehên dawîn de êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser axa başûrê Kurdistanê zêde kirin. Tevî dewleta tirk a dagirker nêzî 30-40 km axa başûrê Kurdistanê dagir kir û bi dehan sivîl qetil kirin jî, serokwezîrê başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di daxuyaniya 4’ê mehê de PKK wek “hêzek dagirker” bi nav kir.

Parlamenterê Goranê Şêrko Heme Emîn daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî rexne kir û diyar kir ku divê ji  bîr nekin ku PKK’ê bi pêşmergeyan re axa başûrê Kurdistanê parast.

‘Helwesta heyî cihê şermê ye’

Emîn bal kişand ser dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê û anî ziman ku dewleta tirk bi awayekî vekirî êrîşî hemû statuyên kurdan dike û destnîşan kir ku dewleta tirk destpêkê êrîşî Efrînê kir, niha jî axa başûrê Kurdistanê dagir dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Erka hikumeta başûrê Kurdistanê û dewleta Iraqê ew e ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk helwestên zelal nîşan bidin, rewşa wan a heyî cihê şermê ye.”

Emîn daxuyaniya Barzanî rexne kir û da zanîn ku diviyabû daxuyaniyên wî li dijî dagirkeriya dewleta tirk bana û bi bîr xist ku di dîrokê de tu dewletan nekariye Qendîlê dagir bike û wiha pê de çû: “Qendîl her tim di dîrokê de bûye sembola têkoşînê û bûye bingehê şoreşa Rojhilat, Bakur û bi taybet jî şoreşa Başûr. PKK hêzeke Kurdistanê ye, Kurdistan jî axa wan e."

‘PKK’ê bi pêşmergeyan re axa Başûr parast’

Emîn her wiha berxwedana 2014’an a gerîlayên PKK’ê ku li dijî dagirkeriya DAIŞ’ê ya li ser başûrê Kurdistan pêk hat, bi bîr xist û wiha berdewam kir: “Me dît ku PKK’ê bi gelê Başûr û pêşmergeyan re li dijî DAIŞ’ê axa başûrê Kurdistanê parast û bi hev re mil bi mil li ber xwe dan. Divê niha jî wek rihê yekgirtinê li dijî dagirkeriyê bibin yek û li ber xwe bidin.  Nabe em çavê xwe ji dagirkeriya Tirkiyeyê re bigirin. Divê hemû partî, saziyên sivîl û gelê başûrê Kurdistanê li dijî van êrîşên dagirkeriyê helwestên zelal nîşan bidin.”

Parlamenterê Goran Şêrko Heme Emîn da zanîn ku pêwîst e neyê jibîrkirin ku dagirkeriya Tirkiyeyê ya başûrê Kurdistanê dibe sedemê şehadeta sivîlan û wiha pê de çû: “Divê hikumeta başûrê Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê li dijî van êrîşan lêpirsînê dest pê bike û helwestê nîşan bide.”

Emîn di dawiya axaftina xwe de jî destnîşan kir ku daxuyaniya Barzanî rasterast di xizmeta dagirkeriya dewleta tirk de pêk hatiye û fikrên xwe wiha anîn ziman: “Dê ev daxuyanî bandoreke neyînî li yekitiya kurdan a her çar parçeyên Kurdistanê û xebatên wê yên stratejîk bike."

ANHA