Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne

Şaredariya Gel a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma El-Kesrat tevî kêmderfetên xwe û paşguhkirina rêxistinên mirovî hewl dide xizmeta şêniyan bike.

Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
Şaredariya El-Ksrat bi projeyên nû xebatên xwe didomîne
6 tîrmeh, 2018   07:14

HEMED EL-MUSEFA – FADÎ EL-EBDULLAH / DÊRAZORÊ

Ji destpêka ku Şaredariya Gel a El-Kesrat di 1`ê Gulana 2017`an de dest bi kar û xebatên xwe kir, hewl dide li gorî derfetên xwe xizmeta şêniyan bike.

Di destpêkê de şaredariyê komîteyên şopandinê û rêxistinê ava kirin. Şaredarî ji komîteya zabîteyan a şopandina tevgera sûkan û buhayê madeyên xwarinê, beşa paqijyê û her wiha gelek beşên din ên xizmetê pêk tê.

Şaredariyê Çerxerêya El-Kesrat sererast kir. Rê û dikanên bazirganiyê boyax kirin da ku rengê herêmê xweşik bibe. Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê herêm xistibû bin zilma xwe rêyên sereke û gelek cih xirab kiribûn.

Şaredariyê xendekên ku çeteyên DAIŞ`ê kolandibûn, girtin. Ji aliyekî din ve jî hemleya reşandina dermanên mêş û maran dest pê kir û dest bi jinûve aktîfkirina bîra El-Kesrat ji bo avdana parkan kir.

Hevserokê navçeya El-Kesrat Xeyas El-Ecîl der barê projeyên wan ên pêşerojê de got ku ew dixwazin şitilgeh, stad û sûkeke pez vekin, her wiha hewl didin daran ji nû ve li parkan biçînin. El-Ecîl di axaftina xwe de bang li rêxistinan kir ku karê xwe li hemberî xizmeta civakê baş pêk bînin.

(bx/ew)

ANHA