Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê

Bi israr cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt û di parastina axa Zeytûnan de gihîşt asta şehadestê.

Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
Tîrêj Rojhilat.. aşiqê welat û têkoşerê şoreşê
6 tîrmeh, 2018   04:20

ŞÎNDA EKREM / EFRÎN

Têkoşer Zemcîr Mihemed bi nasnav Tîrêj Rojhilat li gundê Celemê yê girêdayî devera Cindirêsê ya kantona Efrînê di sala 1986'an de çavên xwe li dunyayê vedike. Têkoşer Tîrêj Rojhilat di nava malbateke welatparê de ku ji di xwedîkirina darên zeytûnan de debara xwe werdigirtin mezin dibe.

Têkoşer Tîrêj Rojhilat tevî ku ji zanistê gelekî hez dikir û helbest û stran dinivîsîn, lê ji ber rewşa aborî ya malbatê neçarî terka dibistanê dibe. Têkoşer Tîrêj Rojhilat di nava dost û hevalên xwe de bi dilsoziya xwe navdar bû.

Malbata têkoşer Tîrêj Rojhilat xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna di nava Tevgera Rizgariya Kurdistanê de ye. Malbat ji destpêka salên 90'î ya sedsala borî ve beşdarî nava xebat û çalakiyên Tevgera Rizgariya Kurdistanê dibe.

Bi rihekî welatparêz û berpirsyarî tevdigeriya

Têkoşer Tîrêj Rojhilat xwedî gelek taybetmendiyên cîwaz bû û gelek caran stran û helbest digotin û bi xwezayê ve gelekî girêdayî bû. Her wiha eşqa wî çandina daran bû.

Henîfe dayîka têkoşer Tîrêj Rojhilat di derbarê kesayeta kurê xwe de diyar kir ku ew bi rihekî welatparêz û berpirsyarî tevdigeriya. Dayîkê diyar kir ku Têkoşer Tîrêj Rojhilat ji mûzîka çanda Efrînê gelekî hez dikir û bi israr tembûreke xwe kirî û fêrî lêdana tembûrê bû û gelek stran nivîsandin.

Dayîkê diyar kir ku piştî bavê têkoşer Tîrêj Rojhilat çû ser dilovaniya Xwedê û birayê wî soqî leşkeriyê hate kirin, ji bo debara malbatê bike neçar ma dest ji xwendina xwe berde.

Piştî ku şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an li Rojava dest pê kir, têkoşer Tîrêj Rojhilat yek ji kesên destpêkê beşdarî nava xebatên şoreşgerî bû.

Dayîkê bi bîr anî ku piştî ku têkoşer Tîrêj Rojhilat beşdarî nava xebatên şoreşgerî bû û piştî avakirina hêza parastina Rojava hate damezirandin, jê xwestiye ku bi razîbûna wê beşdarî xebatên parastinê bibe û riya azadiyê bişopîne.

Têkoşer Tîrêj Rojhilat di sala 2012'an de bi razîbûna dayîka xwe beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dibe. Di derbarê beşdarbûna wî ya nava refên YPG'ê de, hevalê têkoşer Tîrêj Rojhilat ê bi navê Mahir Qerebaba got ku ji destpêka beşdarbûna wî ya nava YPG'ê bi dilekî berxwedêr û wêrek beşdarî nava xebatên parastinê bû û hemû hevalên wî moral jê werdigirtin.

Mahir Qerebaba diyar kir ku tevî hemû kêmderfetan ku çek û cebilxane nedihatin peydakirin, têkoşer Tîrêj Rojhilat moralên hevalên xwe bilind dikirin û hevalên xwe di bikaranîna çekan de perwerde dikirin.

Têkoşer Tîrêj Rojhilat di malbatê de xwedî bandoreke mezin bû û xwîşka wî Sara jî li ser daxwaza wî beşdarî nava refên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bû.

Têkoşer Tîrêj Rojhilat di nava xebatên xwe yên parastinê de beşdarî gelek perwerdeyên fikrî jî bû û asta zanebûna xwe ya rastiya azadiyê bilind kir.

Têkoşer Tîrêj Rojhilat bi rûkeniya xwe dihat nasîn û di demên are û bihnvedanan de ji hevalên xwe yên YPG'ê re li Tembûrê dida û bi stranên şoreşgerî moralên wan bilind dikirin.

Di sala 2013'an de çeteyên Cebhet El-Nusra  û Ehrar El-Şam herêma Efrînê dorpêç kirin û nehiştin welatiyên gundên nêzî sînorên herêmê hilberîna xwe ya zeytûnan werbigirin. Çeteyan her wiha welatiyên ji Efrînê diçûn bajarê Helebê digirtin û îşkence dikirin.

YPG'ê xwest vê mijarê çareser bike û welatiyên hatine girtin rizgar bike. Di encamê de li nava zeviyên di navbera gundên Tilsilor û Celemê yên devera Cindirêsê de şer û pevçûn di navbera şervanên YPG'ê û çeteyan de rû dan. Şer û pevçûn di wê demê de 5 rojan bê navber berdewam kirin. Piştî berxwedaneke leheng a şervanên YPG'ê têkoşer Tîrêj Rojhilat di 25'ê Îlûna 2013'an de li gundê xwe Celemê derket asta şehadetê.

ANHA