ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.07.2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 06.07.2018
6 tîrmeh, 2018   04:00

-Pêşveçûnên qonaxa duyemîn a Pêngava Bagera Cizîrê ya rizgarkirina gundewarên Dêrazorê ji çeteyê DAIŞ'ê wê werin şopandin.

- Pêngava Duyemîn a Berxwedana Serdemê, çalakiyên gel ên bi armanca piştgiriya Efrînê, her wiha rewşa şêniyên Efrînê yên li Şehbayê wê werin şopandin.

- Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser xaka Başûrê Kurdistanê û qadên Parastina Medyayê wê werin şopandin.

- Li Akademiya Civaka Demokratîk a Katona Kobanê  ya Şehîd Hogir dewreya perwerdeyê ya yekem destpê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bi israr cihê xwe di nava xebatên şoreşgerî de girt û di parastina axa "zeytûnan" de gihîşt asta şehadestê. (BI WÊNE).

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyê Abdulkerîm Siko diyar kir ku dewleta Iraqê der barê êrîşên artêşa tirk ên li ser başûrê Kurdistanê de helwesteke cidî nîşan nedaye û wiha got: "Divê dewleta Iraqê di zûtirîn demê de biryara derketina Tirkiyeyê ji xaka Iraqê bide." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Meclîsa Sivîl a Reqayê, zemîna rêxistinî ya bajêr e. Meclîsê ji destpêka ku ava bûye, gavên mezin avêtine. Li gel xebatên xizmetguzariyê de serkeftinên mezin di aliyê bîrdozî de avêt. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê ya herêma El-Kesra tevî kêmderfetên xwe û paşguhkirina rêxistinên mirovî hewl dide xizmeta şêniyan bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şaredariya Gel a bajarê Reqayê dest bi hemleyeke berfireh ji bo pêşxistina rewşa xizmetguzariyê û pêşxistina derfetan ji bo vegera welatiyan kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Li hin kolanên taxa El-Miseher a rojhilata Tebqayê ji mehekê ve pirsgirêka qutbûna avê heye, şênî ji ber qutbûna avê ya dubare bi gilî û gazin in. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANALÎZ

"Peymana Serdemê" wekî têgeh, ji piştî biryara îlankirina Qudis paytexta Israîlê ji aliyê Rêveberiya Tonald Trump ve ketiye rojevê, ev peyman di navaroka xwe de tiştên veşartî hene, armanc jê ew e ku hewlesta gelê Filistînê were naskirin. (BI WÊNE)

HEVPEYVÎN

- Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac pişperdeyên li Idlibê rû dide, eşkere kir û destnîşan kir ku armanca nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê ava kirine, parastina rêjêmê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA