Çete li Efrînê li ser milkên sivîlan şer kirin

Li herêma Cindirêsê ya ji aliyê çete û artêşa Tirk  ve hatiye dagirkirin, çeteyên Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam li ser parkirina sewlên dizî kirine, bi hev ketin. Tê gotin ku kuştî û birîndarên herdu aliyan hene.

Çete li Efrînê li ser milkên sivîlan şer kirin
Çete li Efrînê li ser milkên sivîlan şer kirin
Çete li Efrînê li ser milkên sivîlan şer kirin
5 tîrmeh, 2018   19:35

EFRÎN

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dane ajansa me, li navenda herêma Cindirêsê ya ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin çeteyên Feyleq El-Şam û Ehrar El-Şam li ser parkirina sewlên dizî şer kirin û dengê ambulansê ji cihên şer hatin bihîstin.

Çavakaniyan diyar kirin ku şer derdora saetekê berdewam kir, rewş niha bê denge.

(bb)

ANHA