Ebû Erac: Noqteyên çavdêriyê şanoyeke û derhenerê wê Tirkiyê ye

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ebû Erac pişperdeya bûyerên li Idlibê rû dide eşkere kir û destnîşan kir ku nuqteyên çavdêriyê û bûyerên pêk tên şanoyek e ku sînaryo û derhêneriya wê Tirkiyê, Rûsiya û Îran dikin.

Ebû Erac: Noqteyên çavdêriyê şanoyeke û derhenerê wê Tirkiyê ye
6 tîrmeh, 2018   05:40

NÛRHAT HESEN – NAVENDA NÛÇEAYN

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Ceyş El-Siwar Ehmed El-Sultan (Ebû Erac) derbarê bûyerên li Idlibê rû dide, her wiha avakirina nuqteyên çavdêriyê  ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve pirsên ajansa me (ANHA) bersivand.

Hûn dikarin hejmara komên li Idilibê, koma herî mezin, her wiha komên desteka xwe ji Tirkiyê digirin ji me re diyar bikin?

Di encama îtîfaqên derxistina çekdaran ji gundewarên Hema, Humis û Şamê de  hemû komên çekdar di nav de Ceyş El-Islam û Feyleq El-Rehman ber bi Bakurê Sûriyê ve hatin şandin, piraniya wan ji li Idlib û gundewarên wê hatin bicihkirin.

Komanên li Idlibê hatin bicihkirin ev in:

El-Cebha El-Weteniya Litehrîr (Eniya Niştimanî ya Rizgariyê): ji komên Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam, Siqûr El-Şam, Hereket Nûredîn El-Zenkî, Ceyş El-Îza, Ceyş Idlib El-Hur, Furqet El-Wista, El-Furqa El-Sahilya, Ceyş El-Ehrar û Ceyş El-Neser pêk tê.

Hin komên girêdayî El-Qaîde  jî hene ew jî; Cebhet El-Nusra, Huras El-Dîn, Ensar El-Tewhîd (Cund El-Eqsa), her wiha Hizib El-Turkistanî El-Islamî ya ku desteka xwe ji Tirkiyê digire. Ceyş El-Islam jî piştî ji Şamê hatin derxistin li Idlibê hatin bi cihkirin.

Helbet, Tirkiyê El-Cebha El-Weteniyê Litehrîr) ava kir. Fermandarê wê Ebû Yamin ê Feyleq El-Şam  e. Tirkiyê destekeke mezin didin Feyleq El-Şam û Ebû Yamin.

Li Idlibê guherîn û veguherînên nû rû dide, Tirkiyê bi awayekî eşkere destwerdanê dike, hebûna Cebhet El-Nusra jî li herêmê diyar e. Gelo çima Tirkiyê şerê Cebhet El-Nusra nake, hûn vê yekê çawa dinirxînin?

Ji destpêka pêvajoya şoreş ve û heta niha, Tirkiyê bi awayekî neynî destwerdanê dike. Ji ber vê  yekê jî şoreşa gelê Sûriyê ji xwe ya aştiyane derket. Dewleta Tirk deriyê sînor ê Bab El-Hewa û Atmê vekir. Bi vê yekê jî derbasbûna komên çekdar ên xwediyên fikirên tundiraw ya Sûriyê hêsan kir.

Di destpêkê de ew komên tundrew li Idilbê nehatin pêşwazîkirin, bi taybet li çiyayê Zawiyê hin komên cekdar şerê wan kirin. Lê ev yek Tirkiyê û hin welatên ereban di serî de Qeter aciz kir.

Hikûmetên Tirkiyê û Qeterê di cotmeh û mijdara 2014'an de bi destekdayîna El-Nusra li dijî 4 girûpên li Idlibê yên bi navê (Cebhet Siwar Sûriya, Cebet Heq El-Muqatîla, Elwiya El-Ensar û Hereket Hezim) operasyoneke mezin dane destpêkirin. Ev girûpên ku li dijî wan operseyon hate destpêkirin, piştgiriya xwe ji Odeya Leşkerî ya Derve ku Amarîka, Firansa, Birîtaniya, Urdin û hin welatên kendava erebî piştgiriya wan dikir, digirtin. Girûpên behsa mijarê ji hin komên Artêşa Azad ên li Deraa, Quneytira, Gundewarên Şamê û Helebê jî digirtin nava xwe.

Di encama wê opersyonê de her çar kom hatin tunekirin û serweriya herêmê ket dest El-Nusra ya bi awayekî veşartî piştgiriya xwe ji Tirkiyê digirt. Lê çiqasî Tirkiyê têkiliya xwe ya bi El-Nusra re veşartî pêk tanî, lê herkesî ev têkiliya wan nas kir.

Di dema îtîfaqên Astanayê de, dilê Tiriyê rehet bû. Wê derbasî Sûriyê bibe û bi parastina El-Nusra wê karibe nuqteyên çavdêriyê ava bike. Ji xwe hemû îtîfaqên Astaniyê El-Nusra eleqedar nedikir.

Nuqteyên ji aliyê Tirkiyê ve hatine avakirin, di esasê xwe de ne ji bo çavdêriyê yan jî ji bo kêmkirina şer e, misyona nuqteyan pasrastina rêjîmê ji êrîşên komên opozisyonê ye. Her wiha ji bo ku rêjêmê bi şerê li başûr û rojavayê Sûriyê ve mijul bibe. Di heman demê de bi şerê li bakurê rojava re mijul nebe.

Tirkiyê, "Hikûmeta Inqaz" ango Hikûmeta Xelasiyê ava kir, piraniya wezîrên wê an girêdayî El-Nusra an jî yekse girêdayî dewleta Tirk in. Ne hikûmeteke  ji bo xelasiyê wekî ku îdîa dike, hikûmeta  ku sîwana Cebhet El-Nusra bû binket, hemû endamên wê îstîfa kirin, vê carê bi navê Heyet Tehrîr El-Şam xwe ji nû ve ava kir, kiryarên vê giha wê astê ku heta di cilên jinan de mudaxele kirin.

*Rêjîma Sûriyê û Rûsiya hewl didin  operasyoneke leşkerî li parêzgehê bide destpêkirin. Li gorî hin agahiyan Tirkiyê berê demekê pargehên xwe li Idlibê vala kirin, paşê dîsa vegerandin. Li aliyekî din jî balafirên Rûs îro deverên nêzî nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê bombebaran dikin, nêrîna we ji bo vê yekê çi ye?

Çîrok ev; Koma Huras El-Dîn nêzî nuqteyên Tirkiyê yên li gundewarên bakurê Hemaye li Til Bezam e, Huras El-Dîn li herêman nêzî nuqteyên Tirkiyê pêşde diçûn, artêşa Tirk ên li wan nuqteyan elaqeya xwe bi komê ne anî, lê ji aliyê xwe ve hikûmeta Tirkiyê agahdarî vê yekê kir, Hikûmeta Tirkiyê jî agahî da pargeha Himîmîm,  li ser vê yekê balafirên Rûs û yên rêjîma Sûriyê êrîşî komê kirin û derbeyên mezin lê xistin, herî dawî ew ji nuqteyên parastinê yên Tirkiyê dûr xisitin.

Li ser operasyona leşkerî ya Sûriyê û Rûsiyê li Idlibê û bi hebûna nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê, bi rastî her kes piştî Derayê rewşa Idlibê dişopîne. Li Idlibê bermahiyên komên çekdar ên di bin navê Islamê de tevdigerin, yên girêdayî opozisyonê mane.

Li gorî we çarenûsa Idlibê wê çawa be?

Di nêrîna min de, nuqteyên Tirkiyê yên parastinê li Idlibê ji bo demekê ne,  mumkin e ku Tirkiyê, Rûsya û Îranê ji bo demekê li ser vê van nuqteyan lihev kiribin,  paşê jî bi bihaneyan wê vekişin.

Gel jî li bendê ye ka wê çi bibe. Heger rêjîm derbasî Derayê bibe, normal e ku çalakiyên xwe ji bo van herêman vala bike.

Mumkin e jî ku hemû dewlet bi navê şerê komên tundrew ku xeteriyê li ser ewlekariya Sûriyê dike  wekî Cebhet El-Nusra, Huras El-Dîn, Ensar El-Tewhîd, Ehrar El-Şam û DAIŞ li hev bikin.

Li vir êdî wê mîna volkan, erdhej û bahoz li herêmê  bibe. Mumkine jî ku çekên kîmewî bêne bi karanîn wekî çawa li Xûtaya Rojhilat, Xan Şeyxûn, Letamna û Seraqib hatin kirin. Hemû delîlên heyî vê yekê nîşan didin, rexmî vê yekê jî tu biryar derheqê sucên hatin kirin, nehatin standin.

Nuqteyên çavdêriyê û bûyerên ku lê rû didin şahoyek e, sînaryo û derhênerê wî Tirkiyê, Rûsiya û Îran e, temaşevanên şanoyê jî fotoreya vê yekê dikin û rastiya ku derketiye bawer nakin.

*Li parêzgehê, kuştin çêdibin, her wiha derketina DAIŞ'ê bi navê "Wîlayeta Idlibê" tiştekî ne normal e, li gorî we DAIŞ çawa derket?

Raste bi şev û roj kuştin, revandin, teqîn, dizî û talalnkirin rû dide. Bi şev tu kes nikare ji mal derkeve, herger derket anî wê winda bibe û li beramberî berdana xwe bertîl bide, anî jî wê were kuştin.

Belê min texmîn dikir ku, bajarê Sermîn wekî wîlayeteke Idlib (Dewleta Islamî) hatiba ragihandin. Lê hêza El-Cebha El-Weteniya Lîltehrîr û hin komên din hatin avakirin û li dijî şaneyên DAIŞ û Ensar El-Tewhîd (Cund El-Eqsa berê) operasyon dane destpêkirin, bi dehan kuştiyên herdu aliyan çêbûn, Hêza êrîş Sermîn kir di erka xwe de binket.

Ji bo ewlekariyê, ne Tirkiyê, ne  jî rêjîm û ne jî El-Qaîda û ne jî DAIŞ dixwazin aramî li herêmê pêk were. Ji ber ku Tirkiyê dixwaze projeyên xwe di herêmên Bakurê Sûriyê de pêk bîne û herêmên ku serweriya xwe li ser feriz kirine radestî rêjîmê û polîsên Rûs bike. Ev rastiyek e, ji ber ku hemû komên bi navê islamê tevdigerin yên li Idlibê hatin komkirin endamên îtîfaqên netewî ne.

*Rewşa bajaroka Keferya û El-Fûa yên şîe çiye, heger hûn rewşa wan herêman ji me re şîrove bikin wê baş be?
El-Foa û Kefereya di bin serweriya rêjîma Sûriyê de ne. Cebhet El-Nusra derdora wê girtine.

Cebhet El-Nusra bi piştgiriya Tirkiyê, Qeter û Îranê di herdû bajarokan de parastina rêjîmê dike.
Di herêmê de nahêl in komên çekdar berê çekên xwe bidin navendên rêjîmê. Lê komên çakdar berê çekên xwe didin hev. Da ku hev tune bikin. Armanca wan bi ji vê y ekê ew e ku rêjîmê li bakurê Sûriyê biparêzin, da ku li başûrê welatî mijûl bibe. Tirkiyê koma çekdar a Feyleq El-Şam ku serweriya Tirkiyê qebûl kiriye, delalî dike û li ser wê hesaban dike.

*Di dawiyê de hûn wekî dixwazin çi bêjin?

Wekî welatiyekî Sûrî û dûrî sîfeta xwe ya leşkerî û siyasî ez bang li cîhanê dikin ku Sûriyê ji şewatê biparêzin û şer rawestînin û pêvajoyeke siyasî bidin destpêkirin, da ku Sûriyeke nûjen bi destê gelê wê û bêyî cuda ava bikin.

Her wiha, ez bang li gelê Sûriyê, bi leşker û sivîlên wê dikim, werin em rûpela kevin bitewînin û rûpeleke ji heskirin û wefedariyê vekin, da ku em karibin aramiya welat vegerînin û gel vegerînin.

Şer rawestînin, guhertina demografî rawestînin, rijandina xwîn rawestînin û bi hev re nifşên nû li ser hezkirina welat ava bikin.

(bb/dc)

ANHA