Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê şehîdên navçeyê yên ku di dem û deverên cuda de şehîd bûne, bîranîn.

Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
Cangoriyên Tirbespiyê bi merasîmekê hatin bîranîn
5 tîrmeh, 2018   18:40

QAMIŞLO

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê ya herêma Cizîrê ji bo bîranîna 78 şehîdên navçeyê yên ku di dem û deverên cuda de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Deugurê bi bûr anîn. Sedan şênî  tevlî malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre fermendarê YPG'ê Mihemed Zêdan axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û tekez kir ku bi says yekîtiya gelên herêmê û fedekariya ciwanên wan, herêm ji terora DAIŞ'ê xilas bû.

Li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Celal Hisên axivî û hemû şehîdên azadiyê bi bîr û diyar kir ku hemû malbatên şehîdan xeta şehîdên xwe  dişopînin û rê nadin ku çete herêmên ku bi xwna şehîdan rizgarkirin, dagir bikin.

Celel Hesên, soza parastina destkeftiyên şoreşê da.

Paşê wesîqeyên şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

Şênî li ser gorên şehîdan mûm vêxistin û çîçek li ser danîn.

(şx)

ANHA