Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe

Piştî xebatên demdirêj ên ji nû ve avakirina  bajarê Reqayê, Komîteya Ji nû ve avakirinê ya Meclîsa Sivîl a Reqayê wê di rojên pêş de xebatên paqijkirina tevahiya bajêr bi dawî bike.

Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
Li Reqayê xebatên paqijiyê ber bi dawî ve diçe
5 tîrmeh, 2018   09:18

AZAD SEFO-NEJBÎR OSMAN / REQA

Di pêngava rizgarkirina Reqa ku ji aliyê QSD'ê ve  hate destpêkirin, çeteyên DAIŞ'ê mayîn li gelek cihan bi cih kirine. Çeteyên DAIŞ'ê malên welatiyan ji xwe re kirin bargeh û mayîn tê de bi cih kirin, lewra bajarê Reqayê bi temamî wêran bû.

Piştî  bajarê Reqayê ji çeteyên DAIŞ'ê hate rizgarkirin, Meclîsa Sivîl a Reqayê û tîmên endezyaran xebatên bê bandorkirina mayînan dan destpêkirin.  Paşê xebatên paqijkirina bajar hate destpêkirin.

Bajar bi rêjeya ji 80 % hatiye talankirin. 14 tax bi temamî hatine rûxandin û beşek kêm ji taxan zirar nedîtiye.

Komîte tevî derfetên xwe yên kêm dest bi xebatên paqijiyê kirin. Heta niha komîte karîbû pirniya taxên bajêr paqij bike, komîteyê ji ber mayînan nikarîbû derbasî taxên din bibe, lewra komîte plan dike ku di rojên pêş de bi tîmên Endezyaran re derbasî wan taxan bibe û mayînan bê bandor bike.

Komîteya ji nû ve avakirinê derdora bajêr paqij kir û pişrtre derbasî navenda bajêr bû û li gorî vê nexşeyê dest bi xebatxebatan kir:

Taxa El-Mişlib: Dikeve rojhilata bajêr pir zirar ne dîtiye, rêjeya xiabûnê ji %6 derbas nake.

Taxa Rimêle: Dikeve bakurê bajêr. Riya tirênê ew dabeşî du beşan dike beşa başûr û beşa bakur. Heta niha komîte beşa başûr bi tamamî paqij kiriye, lê beşa bakur ji ber mayînên zêde hêj tîmên endezyar paqijkirina wî bi dawî ne kirine.

Taxa El-Diriyê: Dikeve rojavayê bajêr. Ev tax bi temamî hatiye rûxandin. Komîte tax bi temamî ji tevahiya bermahiyan paqij kir.

Taxa El-Teyara: Dikeve aliyê rojava. Ev tax bi temamî hatiye rûxandin. Komîte ew paqijkrin û her wiha şêniyên taxê hewildidin mal û dikanên xwe li taxê ji ve sererast bikin.

Taxa Pîşesaziyê (El-Sîna): Dikeve rojhilata bajêr. Çeteyan ji xwe re kiribûn navend û tê de kargehên mayênan vekiribûn û ji ber şerên ku dinavbera QSD'ê û DAIŞê de li taxê rû da ne de, tax bi temamî hatiye wêrankirin. Komîte ev tax bi temamî paqij kir.

Taxa El-Romaniye: Dikeve rojavayê bajêr. Çeteyên DAIŞ'ê ev tax bi madeya TNT bi temamî teqandin. Komîte heta niha nîvê tax paqij kiriye û her wiha xebatên paqijkirina tevahiya tax berdewam dike.

Taxa El-Firat: Dikeve başûrê rojavayê bajêr û bakurê berava Firatê. Ev tax di rêza sêyem a taxên wêrankirî de cih digre. Çeteyên DAIŞ'ê ev tax bi temamî mayîn kiribûn lê tîmên endezyaran tax mayîn bê bandor kirin û komîteya ji nû ve avakirinê tevahiya tax ji bermahiyan paqij kir.

Taxa El-Idîxar: Dikeve bakurê rojavayê bajêr. Tîmên bêbandorkirina mayînan tax ji mayênan paqij kir û komîteya ji nû ve avakirinê wê di rojên pêşde tax paqij bike.

Komîte taxên El-Esbehiye, El-Hosiye, El-Seyadle û taxa Hîşem Bin Ebdulezîz, bi temamî ji bermahiyan paqij kiriye.

Ji ber vegera şêniyan û ji nû ve seresatkirina malên xwe û bermahiyan davêjin riyan, xebatên paqijkirina bajêr bi temamî bi dawî nebûye.

Li ser kêm alavên paqijkirinê, serokê Komîteya ji nû ve avakirinê Ibrahîm Hesen ji me re axivî û got  ku ji ber kêm alavên paqijiyê xebatên komîteyê dereng dimînin, her wiha ji ber mayînên çeteyan ekîbên paqijiyê nikarin hin taxên bajar zû paqij bikin.

(şx)

ANHA