Li Şehbayê Heyva Sor a Kurd dewreyeke perwerdeyê destpê kir

Heyva Sor a Kurd li kantona Şehbayê dewreyek perwerdeyê ya destwerdana lezgîn despê kir.

Li Şehbayê Heyva Sor a Kurd dewreyeke perwerdeyê destpê kir
5 tîrmeh, 2018   09:05

ŞEHBA

Piştî ku şêniyên Efrînê ji ber êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê neçar man dev ji warên xwe berdin û xwe li kantona Şehbayê bi cih bikin, Heyva Sor a Kurd bê navber alîkariya wan dike, li hember wan erka xwe pêk tîne û alîkariyên tendirûstî ji wan re pêşkêş dike. Heyva Sor li gorî derfetên xwe yên heyî gelek navendên tendirûsityê û nexweşxane vekir.

Heyva Sor a Kurd ji bo peydakirina pêwîstiyan ji şêniyên re rastî gelek zehmetiyan hat.

Heyva Sor a Kurd dewreyeke perwerde ya hemşîreyê li navenda Heyva Sor a Kurd a li navçeya Ehres a girêdayî kantona Şehbayê vekir. Dewreya perwerdeyê bi tevlîbûna 60 kesî destpê kir.

Di dewreyê de wê dersên li ser destwrdana lezgîn bi serkêşiya hemşîre Reşîd Îbiş werin dayîn.

Dewreya perwerdeyê wê mehekê dewam bike. Her heftiyekê wê sê ders werin dayîn.

(bx)

ANHA