Di opersyona leşkerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Hêzên Iraqê li rojhilaqtê parêzgeha Diyala û Parêzgeha Kerkûkê opersyon dan destpêkirin. Di encama opersyonê de herî kêm 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Di opersyona leşkerî de 5 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
5 tîrmeh, 2018   09:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Opersyona Leşkerî ku Artêşa Iraqê bi hevkariya hêzên Pêşmergeyan ji duh êvarê ve dane destpêkirin didome. Opersyon li riya di navbera Diyala-Kerkûk û Sînorê Îranê de pêk hat.

Hêzên Iraqê bi daxuyaniyekê ragîhandin ku di encama opersyonê de 5 erebeyên bombebarkirî yên çeteyên DAIŞ'ê hatin teqandin. Di heman demê de 5 çeteyên DAIŞ'ê yên di bargehek leşkerî ku li gundekî de bû hate kuştin.

Hêzên Iraqê di encama opersyonê riya diçe zeviyên petrolê yên Cembûra bakur û ya başûr girtin da ku rê neyê dayîn ku çeteyên DAIŞ'ê derbasî cihên din bibin.