Di rojnameyên ereban de îro çi heye?

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de bal kişanin ser rewşa Dera ya Sûriyê û têkçûna danûstendinên di navbera Rûsiya û komên opozisyonê de, derbarê rewşa Iraqê de jî bal kişanin ser hewldanên karsazê Iraqî yê bi navê Xemîs El-Xencer a ji bo avakirina koalîsyona sinî bi piştgiriya Tirkiyê û Qeterê.  Rewşa Yemen û hin mijarên din jî derketin pêş.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye?
5 tîrmeh, 2018   07:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de jî herî zêde bal kişanin ser rewşa Sûriyê û derbarê wê de gelek mijar girtin dest. Rojanameyan her wiha bal kişandin ser rewşa Iraq, Yemen û hin mijarên din.

Sûriyê

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Danûstendinên başûrê Sûriyê di bin dengê topbarana Rûsiyayê têne kirin" Rojnameya El-Ereb jî derbarê rewşa Sûriyê sernavê "Danûstendina di navbera Rûsiyayê û opozisyona Sûriyê, metirsîna sînaryoyaya bi xwîne li Dera derdixe." Avêt.

Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku komên çekdar ên opozisyonê li başûrê Sûriyê li ser malpera xwe ya twiterê gotin, danûstendina bi Rûsiya re li ser rêbaza radestkirina çekên giran, têk çû û wiha dom kir: "Çavkaniyan diyar kirin ku Rûsiya pêşunemaya ku komên çekdar ên opozisyonê pêşkêş kirine, têk çûn. Li gorî pêşunameyê divê dema itîfaqa di navbera herdû aliyan de bikeve meriyetê, divê alî çekên xwe yên navîn teslîm bikin, demil dest jî danûstendina siyasî jî pêk were. "

Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê "Mosko banga rakirina cezayan li ser Şamê dike, her wiha zimanê xwe derbarê hebûna Îranê de nerim dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Mosko derbarê daxwazên Îsraîl û Amarîka ya derbarê vekişîna Îran ji Sûriyê zimanekî hişik nîşan da, ev jî wekî armanceke ne piratîkî binav kir. Ev yek beriya hefteyek ji serdana Serokwezîrê Israîlê ji Mosko re û civîna bilind ku di navbera Serokê Rûsiya û Serokê Amarîka de pêk hat. Di heman demê de jî Rûsiya ji hêzên rojavayî xwest ku embargo û cezayan ji ser rêjîma Sûriyê rabike."

Iraq

Derbarê rewşa Iraqê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Siniyên Iraq, bi koalîsyona Şîa re dikeve pêşbirkê" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêveberên sinî yên Iraqê helwestên xwe yên dawî derbarê avakirina koalîsyona nû bi navê "El-Mihwer El-Wetenî" dixebite û wiha dom kir: "Karsazî Iraqê Xemîs El-Xincer di meha derbasbûyî de rêberekî nû ji siniyên Iraqê re amade dikin. Ev piştî qonaxa piştî şerê li dijî DAIŞ'ê ku bi serkêşiya Qeter û Tirkiyê pêk tê."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Iraqê sernavê "El-Ebadî bi şandeya Kongress a Amarîkî re li ser kêmkirina hejmara şêwirmendên leşkerî lihev kirin" Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku ragîhandina Ewlekarî ya girdayî rêveberiya çalakiyên hevbeş destpêkirina çalakiya 'Tola Şehîdan' ragîhand û wiha dom kir: "Çalakî ji bo paqijkirina herêma rojhilatî rêya parêzgeha Diyala û Selahedîn pêk hat. "

Yemen

Derbarê rewşa Yemenê de jî rojnameyan gelek nivîs weşandin. Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Yemenê de sernavê " Hêviyên Griffith, ne gihiştin derketina Hûsiyîn ji El-Hudeyda" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê de sernavê " Griffith konseya ewlekariyê derbarê encamên erênî derbarê erka wî ya Yemenê agahdar dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku pêşketinên ber bi çav hatine jiyankirin û wiha dom kir: "Nûnerên NY yê Yemenê Martin Griffith dema duh ji Senayê vegeriya ragîhandin ku pêşketin di danûstendina wî bi Rêveberê Hûsiyîn Ebdulmelek El-Hûsî ji bo derxistina bajarê El-Hedîda û bendara wê ji qadên şer pêk hat. Niha jî danûstendinên xwe bi hikûmeta Yemenê re dewam dike."

Filistîn

Rojnameyên ereban derbarê rewşa Filistînê de jî gelek nivîs û nirxandin weşandin. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê mijarê de sernavê "Îsraîl êrîşî kesên piştgiriya El-Xan El-Ehmer kirin" avêt. Rojnameya El-Qudis El-Erebî jî derbarê rewşa Filistînê sernavê "Hêzên dagirkeran El-Xan El-Ehmer dorpêç kirin, niha jî dest bi gavên ruxandina malên welatiyên filistînê kirine."

Rojnameyê di nivîsa xwe de her wiha da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê duh di saetên sibê de kombûna El-Xan El-Ehmer El-Bedewî ya li başûrê bajarê Qudis kirin çemberê. Hêzên Israîlê beriya dorpêçkirinê hêzeke mezin birin herêmê, wan hêzan bendozer û alavên rûxandinê bi xwe re biribûn."

Luban

Rojnameya El-Ereb sernavê "Avakirina hikûmeta Lubnanê piştî israra Hizb El-Ah a ferizkirina siyasetên xwe, nêzîk bû ye" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Serokwezîrê Hatiye erkdarkirina Seed El-Herîrî ji Beyrûtê çû, da ku navberekê bi malbata xwe re li Ewropa derbas bike, çavkaniyên siyasî yên Lubananê diyar kirin ku tu hêviyên ku hikûmeta nû ya lubnanê were avakirin, ne diyar e."