Gelê Misrê salvegera şoreşa 30'ê Tîrmehê pîroz kirin

Gelê Misirê di van rojan de salvegera 5'emîn a Şoreşa 30'ê Tîrmehê ya li hemberî desthilatdariya serokê berê Mihemed Mursî yê ji Koma Îxwan El-Muslimîn pêk hatibû, pîroz dikin.

Gelê Misrê salvegera şoreşa 30'ê Tîrmehê pîroz kirin
5 tîrmeh, 2018   07:49

QAHÎRA

Ji roja 30'ê Tîrmehê ve û derxistina Serokê Misrê yê berê Mihemed Mursî yê ji koma Ixwan Mislimîn, gelê Misrê vê rojê wekî şoreşa bingehîn pîroz dike. Gelek ji gelê Misrê vê rojê weke salvegera rizgarkirina ji desthilatdariya Îxwan El-Muslimîn ên dixwestin ku her tişt di bin desthilatdariya wan de be, dibînin.

Ev sal ji salên berê cûda hate pîrozkirin, ji ber ku Serokê Misrê yê niha Abdulfeth El-Sîsî cara duyemîn dest bi dema xwe ya serokatiyê kir.

Şoreşa 30`ê Tîrmehê ji bo serokê Misrê Abdulfetah El-Sîs mizgîniya xêrê ye, bi taybet piştî ku gelê Misrê cara duyemîn ew weke serok ji xwe hilbijart.

Gelê Miserê li dijî sîstema Îxwan El-Muslmîn rabûn ser piyan. Îxwan El-Muslimîn piştî ku Mihemed Mursî bi ser ket di sala 2012`an de kursiya serokatiyê bidest xistin. Di meha Tîrmeha 2013`an de opozisyona Misrê gotin ku pêwîste Mihemed Mursî dev ji serokatiyê berde û hilbijartên pêşwext werin lidar xistin.

Opozisyona Misrê ku Cebhet El-Inqaz (Eniya Rizgarkirinê) ku gelek partiyên siyasî di nava xwe de digre, bi hin kesayetên bi nav û deng ên Misrê re li dijî Mursî serî hildan. Di nava kesên serî hildan de SErokê Berê yê Nuklreî Mihemed El-Beradî û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Ereban Emur Mûsa jî hebûn. Endiya rizgariyê bi awayekî wekî fermî bi desthildariya Mursî re di nava hevkariyê de bû, kolana Misrê ber bi derketina meydanan pêk dihat. Gelê Misrê rapo li ser piyan û navê tevgera wan bi "Tevgera rabûna ciwanan" pênase kir.

Di encamê de roja 30'ê hizêranê wekî roja rabûnê pênase kirin, di wê rojê de welatî li dijî desthildariya Misrê rabûn ser piyan.

Di wê demê Serokê niha yê Misrê Ebdulfetah El-Sîsî Wezîrê Parastinê bû, daxuyaniya destpêkirina şoreşê wî da, paşê Serokê berê yê Misrê Mihemed Mursî bê alî kir, serokê Dadgeha Destûra Bilind wekî serokê demkî erkdar kir. hemenê wê demê karê bi destûra Ixwan Muslimîn dane rawestandin.

Di wê demê de Misr ket qonaxeke nû, ixan Muslimîn hewl dan şer bikin da ku vegerin ser destiladariyê, lê hêza wan li ber îradeya gel têk çû. Di wê demê de Dr Elî Zêdan û çavdêran diyar kir ku opozisyona Msirê bi serket.

Zêdan derbarê mijarê de ji ajansa me (ANHA) re axivî û got ku şoreşa 30'ê Tîrmehê li dijî faşizma bi navê olê pêk hat û ev tişt anî ziman: "Desthildariya faşist a bi navê olê tevdigeriya, hema dikrabû dest deyne ser desthildariya welat bi tevahî. Lê bi saya hevgirtina gelê Misrê û baweriya wan bi hêzên wan ên çekdar, Artêşê mudaxele kir.Bi vê yekê di destpêka desthildariya xwe têk çûn."

ANHA